BDPyê civîna xwe ya komê ya ewil ya ku sala rêzikdanîna çaremîn a heyama 24an li dar xist.
Demîrtaş bûyerên ku di sala 1993an de li Liceyê qewimîbûn bi bîr xist û wiha got: "Kiryarên nediyar yên ku 20 sal in ku hin failên wan nehatine eşkerekirin di heyama AKPyê de hatin piştguhkirin."
Demîrtaş wiha axivî: "Dewleta paralel di pêvajoya çareseriyê û aştiyê de wek asteng derdikeve pêşberî me. Heke hişmendiya dewleta paralel bihata piştguhkirin dadgehên berpirsyar yên taybet dernediketin holê. Ev dadgeh dadgehên dewletê ne û AKP niha van bi kar tîne. Ev dadheg ji wê berpirsyar in ku niha parlamenterên me û qasî ku 10 hezar welatiyê me girtî ne."
Demîrtaş destnîşan kir ku paketê re gotin "Her kes dê şok bibe, suprîzên me yên mezin hene" û reklam hat kirin û wiha axivî: "Tişta ku wisa bi nav û deng hate amadekirin (Pakêta demokratîkbûnê) vala derket. Dema em wisa dibêjin aciz dibin. Bi rastî jî Tirkiye şok bû. Piştî ku van hemû reklaman tiştekî wiha erzan derkete holê her kes şok bû."
Demîrtaş axaftina xwe wiha domand:
"Dema Serokwezîr pakêt eşkere kir û dît ku kes kelecan nabe got ku 'ne ev tenê ye.' Mirov hew zane ku di bazarê de firoşkerekî ku malê xwe difroşe ye. Li Rojhilata Navîn gola xwînê çêbûye, di pêvajoya çareseriyê de asta herî girîng e û serokwezîrekî welatekî rabûye dibêje 'bendê bin hê tiştên bên kirin'. Lê nabêje ku em divê çima bendê bin. Kîjan astengî li ber mafê zimanê zikmakî ya kamuyê de bû? Di nav rewşeke wiha rehet ya ku kurdan ava kiribû de, gelê kurd û tirk yên ku gelekên wan û PKKyê piştgiriyê dida vê pêvajoyê de û PKK ji sînoran derket ku tu rehet gavan biavêjî, BDPyê siyaseteke wiha birîsk hilda li ser milên xwe, lê tu nikarî bibêjî em dê bikin, em dê wiha gavan biavêjin."
Tiştên ku di pakêtê de hatin eşkerekirin ma qey nebaş bûn? Na. Jixwe ev bi salan e me piştgirî dida van tiştan û ev çend sal in ku di rewacê de bûn. Divê ku ev pakêt baştir û bi hişmendiyeke ku pirsgirekan ji kokê ve çareser bike bihata amadekirin. Lê wan rewşa ku derketibû holê puç kir. Dema ku em rexne dikin jî dibêjin 'hûn nankor in, dijminên demokrasiyê ne, tiştên nebaş dibînin.' Yên wiha dibêjin re, şêwirmendên serokwezîr re, yên ku bi meaş di quncikên xwe de serokwezîr derdixin li ser serê xwe re ez dixwazim vê bibêjim: Rewşên wiha zû bi zû dernakevin holê. Ev mesele ne mseleyeke ku di nav du lêvên Serokwezîr de be. Serokwezîr bi tena serê xwe vê rewşê ava nake. Bi keda milyonan û têkaşîna wan ve ev rewş tê avakirin. Yê ji te re bingeheke saxlem amade bikin ku tu avahiyekî ava bikî lê tu yê şûna vê du keviran bidî li ser hev. Ev nabe û tê vê wateyê ku tu hemû derfetan piştguh dikî. Ma ewqas zor e ku sedema van rexneyên me û fikarên me bên fêmkirin?"
Demîrtaş wiha axivî:
"Ma ew bixwe nebû ku digot bila çêk neyên bikaranîn. Baş e, di pakêtê de der barê siyaseta demokratîk de madeyek heye? Benda hilbijartinê jî ji hêla teknîk û taktîkan ve li gor hesabên xwe çêkirin. Verastkirineke ku siyasetvan serbest tevbigerin çêkirin? Der barê TMK, TCK û pêşketina xweserîbûnê madeyek tuneye. Ji bo elewiyan tiştek tuneye. Hûn ji wan bipirsin dê bibêjin me 'Zanîngeha Hacî Bektaş' çêkir. Heqareta mezin ev e. Hûn dizanin ev ji bo çi hat çêkirin? Li hember Yavuz Sultan Selîm. Yek bi komkujiyê tê bibîranîn, yek jî bi xweşbîniyê. Di vê zanîngehê de perwerdeya çanda elewiyan û baweriya wan jî nayê dayîn. Bi navê Hacî Bektaş dê asimîlasyona elewiyan bidomînîn. Ji pakêtê ev derket."
Demîrtaş diyar kir ku bi tenê hezkiriyên AK Partiyê ji pakêtê kêfxweş in û wiha got:
"Pakêt bi hev re nehate amadekirin ev jî tê vê wateyê ku pêvajo ne xema we ye. Hûn benda çi ne? Ji bo ku bibêjin 'Yên li hember pêvajoyê xitimandin' wek ku Osloyê, Sîlvanê. Ji bo ku hûn sûcê xwe biavêjin stûyê hemberî xwe hûn diranê xwe tûj dikin. Niyeta we ji pakêtê diyar bû."
Sûriye
Demîrtaş polîtikaya Sûriyê jî rexne kir û wiha got: "AKPyê wisa piştgirî da çeteyan ku niha ew çek ber bi wan ve zivirî."
Demîrtaş wiha got: "Em nizanin bi kîjan mafî û hiqûqê li wir cîhad tê kirin. Piştgiriya çeteyan ve hûn pêvajoya li hundir jî hildiweşînin. Em dê tu carî dîwarên li ber sînorê Rojavayê qebûl nekin. Em dê destûrê nedin ku hûn dîwarên şermezariyê ava bikin. Em dê 2yê mijdarê de li wir bin û ber bi sînor ve bimeşin. Divê ambargo rabe, avakirina dîwaran dawî bibe, destûr neyê dayîn ku çete herin û bên."
Demîrtaş kêfxweşiya xwe ya der barê pîlotên tirk yên ku hatibûn revandin jî diyar kir.
Demîrtaş der barê bûyerên zanîngeha ODTUyê jî wiha got: "Çûyina ODTUyê ma qey karê rêvebiriya herêmî ye? Wek tirsonekan bi şev dikevin wir. Dizanin ku wekî din nikarin bikevinê."