Cinazeyên 5 kesên ji heman malbatê ku li Hekariyê di qezaya trafîkê da mirin, hatin definkirin

Hakkari
Cinazeyên 5 kesên ji heman malbatê yên li Hekariyê di encama qezaya TIR û pîqabê da mirin, bi şîn û girîn hatin definkirin.
Di qezaya trafîkê ya li tanga Dîkîlîtaşa li ser rêbejaya Hekarî-Wanê da endamên malbata Sultanogluyê yên Hasanê bav, Namideya dayik, Nîsanur, Haticeya zarokên qîzîn û Ademê zarokê kurîn ên malbatê miribûn û piştî otopsiyê, cinaze teslîmî merivên wan kirin.
Cinaze piştra bo gundê Akocakê yê navçeya Yuksekovayê hatin veguhestin û li vir piştî nimêjê, cinaze di goristana gund da li rexê hev bi şîn û girîn hatin definkirin.
Merivên kesên di qezayê da mirin, Şaredarê Bajaroka Esendereyê Dirbaz Buyuksu, Şaredarê Bajaroka Buyukçiftlikê Çayan Çîçek, endamên meclisa şaredariyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, rîspî û şêniyên navçeyê beşdarî definkirina cinazeyan bûn.
Li tanga Dîkîlîtaşa li ser rêbejaya Hekarî-Wanê, TIRa bi plaqeya Îranê û pîqaba ku plaqe wê 65 NK 428 e li hev qelibîbûn, di encamê da 3 kes li cihê qezayê miribûn, 2 kesên xedar birîndar jî li nexweşxaneyê digel midaxeleyê nehatibûn xilaskirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.