Tirkiye

Cezayên hebsê yên di doza cinayeta Narîn Guranê da ji 4 berşikan ra hatibûn dayîn hatin pejirandin

Aziz Aslan  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 27.05.2025
Cezayên hebsê yên di doza cinayeta Narîn Guranê da ji 4 berşikan ra hatibûn dayîn hatin pejirandin

Diyarbakir

 Daîreya Cezayê ya 1em a Dadgeha Edliyeya Herêma Diyarbekirê, cezayên hebsê yên di doza cinayeta Narîn Guranê da ji hêla dadgeha pile yekem bo Yuksela dayik, Enesê birayê mezin û Salim Guranê ap û her wiha Nevzat Bahtiyar hatibûn dayîn, li gorî hiqûqê guncav dît.

Daîreya Cezayê ya 1em lêkolîna xwe ya têkildarî serîlêdanên îstinafê yên ji ber dayîna cezayên di doza cinayeta Narîn Guranê da temam kir ku ji ber sûcê "bi tevkariyê va kuştina bi zanetî ya zarokê" ji her yekî ra cuda cuda cezayê muebeta girankirî ji Yuksela dayik, Enesê birayê mezin û Salim Guranê ap ra û her wiha ji ber sûcê "jinavbirin, veşartin û guhertina delîlên sûcê" jî 4 sal û 6 meh cezayê hebsê ji Nevzat Bahtiyar ra hatibû dayîn.

Daîreya Cezayê bi pirdengî cezayên hebsê yên ji hêla dadgeha pile yekem ji bo berşikan hatibûn dayîn, li gorî hiqûqê guncav dît û her wiha serîlêdanên îstinafê cuda cuda red kir û biryara berdewamiya girtîmayîna berşikan da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.