12 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Yekeyên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê di sala 2019an da 117 hezar û 37 operasyon kirin û 978 terorîst berteref kirin, di xebatên pêşîlêgirtina fînansmanên terorê da 96 gumanbar hatin girtin.
Rapora fealiyetên sala 2019an a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê hat weşandin.
Li gor raporê di çarçoveya têkoşîna terorê da ekîbên cendirmeyan par 117 hezar û 37 operasyon kirin. Bi îdiaya ku terorê fînanse dikin, 96 kes girtin.
Di operasyonan da 414 jê kuştî, 5 jê birîndar, 404 jê sax û 155 teslîm bi tevahî 978 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyona ser sitargehên rêxistina terorê da 1512 sitargeh û 60 ton alavên jiyanê hatin îmhakirin.
Di 207 bûyerên terorê da 82 mensûbên asayîşê û 30 welatî şehîd bûn, 378 mensûbên asayîşê û 82 welatî birîndar bûn.
Di bûyerên terorê û lêgerînan da 705 tivingên peyadeyan, 48 tivingên bimakîne, 186 demançe, 74 roketavêj, 27 fuze, 1002 bombeyên destan û 44 ton û 991 kîlo teqemenî hatin bidestxistin.