Haydar Şahin
16 Sibat 2018•Rojanekirin: 16 Sibat 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşgolu û Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li Enqereyê kom bûn.
Çavuşoglu di saet 09.45an da li Enqere Palasê pêşwaziya Tîllerson kir. Herdu wezîran li pêşiya alayên Tirkiye û Amerîkayê wêne kişandin û paşê jî derketin qatê ser û dest bi hevdîtinê kirin.
Wezîr Çavuşoglu di vê demê da agahiyên dîroka Enqere Palasê da hevpayeyê xwe.
Çavuşoglu û Tîllerson ew ê paşê derbasî hevdîtinên di navbera heyetan da bin, piştî vê jî herdu wezîr ew ê civîna çapemeniyê li dar bixin.