Tirkiye

Çavkaniyên Wezareta Karên Derva: Rewşa welatiyên me yên di keştiya bi navê 'Madleen'ê da ji nêz va tê şopandin

Can Efesoy  | 09.06.2025 - Rojanekırın : 10.06.2025
Çavkaniyên Wezareta Karên Derva: Rewşa welatiyên me yên di keştiya bi navê 'Madleen'ê da ji nêz va tê şopandin

Ankara

ANKARA (AA) - Çavkaniyên Wezareta Karên Derva ragihand ku rewşa welatiyên di keştiya Madleenê da ya Îsraîlê midaxele kir, ji nêz va tê şopandin.

Çavkaniyên Wezareta Karên Derva destnîşan kir ku Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tel Avîvê hewldanên pêwîst kirin ku piştî keştî gihîşt bejayê, welatî demildest bên berdan û her wiha agahiya "Rewşa welatiyên me yên di keştiya bi navê 'Madleen'ê da ji nêz va tê şopandin." parve kir.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku ji eqrebayên welatiyan ra bi awayekî bipergal agahî tên dayîn.

- Li dijî keştiya "Madleenê" midaxele

Saziya civaka sivîl a bi navê Koalîsyona Fîloya Alîkariyê (Freedom Flotilla Coalition) ji bo têkşikandina dorpêça li ser Xezeyê, bi keştiya "Madleenê" ya 18 metreyî di 1ê Hezîranê da ji Bendera San Giovanni Li Cuti ya li bajarê Katanyaya Îtalyayê ber bi Xezeyê bi rê ketibû.

Di daxuyaniya bi şev a li ser hesabê Koalîsyona Fîloya Azadiyê ya Telegramê da hatibû diyarkirin ku artêşa Îsraîlê midaxeleyî keştiya Madleenê kir û wiha hatibû gotin, "Îrtibata bi Madleenê ra qut bû. Artêşa Îsraîlê derket ser keştiyê. Xwebexşên di keştiya Medleenê da ji hêla eskerên Îsraîlê hatin revandin."

Di keştiyê da ji xeynî Rima Hassana endama Parlamentoya Ewropayê ya Fransî û Yasemin Acara welatiya Almanyayê ya Kordînatora Çapemeniyê ya FFCyê, Huseyin Şuayb Orduyê ji Tirkiyeyê, Thiago Avilayê ji Brezîlyayê, Sergio Toribioyê ji Îspanyayê, Marco van Rennesê ji Hollandayê, Baptiste Andre, Reva Viard, Pascal Maurieras û Yanis Mhamdi yên ji Fransayê, Greta Thunberga aktîvîsta avûhewayê ya Swêdî û rojnameger Omar Faiad bi tevahî 12 kes hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın