Çalakiya ku ji bo piştgiriya Filistînê li ser Pireya Galatayê hat lidarxistin, kuta bû
Istanbul
Çalakiya ku Tifaqa Mirovahiyê û Platforma Îradeya Neteweyî bi beşdariya ji 400î zêdetir saziyên civaka sivîl va ji bo sekinandina komkujiya li Filistînê li ser Pireya Galatayê li dar xist, kuta bû.
Bi pêşengiya Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) bi duruşmeya "Em natirsin, huş nabin, Filistînê jibîr nakin" çalakî hat lidarxistin û ji bo çalakiyê welatiyan li Mizgefta Mezin a Ayasofya, Siltanehmed, Fatîh, Silêmanî û Mizgefta Nû ya Emînonuyê nimêja sibehê kir, piştî nimêjê civiyan û paşê wekî kortej meşiyan Pireya Galatayê.
Ji ber ku rêyên derdikevin pireyê, ji trafîkê ra hatin girtin, hin beşdar jî bi meşê an jî bi kelekan hatin qadê.
Gelek keştiyên derdora Pireya Galatayê bi alayên Tirkiye û Filistînê hatin xemilandin. Welatiyên ku di kelekan da bûn, meşale pê xistin, alayên Tirkiye û Filistînê ba kirin û beşdarî çalakiyê bûn. Keştiyan jî sîren vekirin.
🇵🇸 Welatiyên ku dê beşdarî xwepêşandana li ser Pira Galatayê bibin da ku ji komkujiya li Filistînê re bibêjin 'raweste', li ber Mizgefta Mezin a Ayasofyayê kom bûn pic.twitter.com/AprFJVwIV0
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
Pankarteke terikî ya ku bi Tirkî û Îngilizî li ser "Ji bo Xezeyê Edalet" nivîsar e û alayên Tirkiye û Filistînê bi pireyê va hatin daliqandin. Li rexê pireyê jî pankarta ku li ser "Long Live Palestine (Pir Bijî Filistîn)" hat daliqandin.
Di çalakiya ser pireyê da beşdaran dijî Îsraîlê duruşme berz kir, tekbîr anîn ê alayên Tirkiye, Filistîn û Tirkistana Rojhilatê vekirin.
Ji bo balkişandina ser nîjadkujiya li Xezeyê bi Kûleya Galatayê va pûşiyê Filistînê hat daliqandin.
🇵🇸 Beşdarbûna welatiyan di xwepêşandana ku li ser Pira Galatayê ji bo piştgiriya Filistînê tê lidarxistin de berdewam dike pic.twitter.com/sCvCBuX6eR
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
Bi dîwarên Mizgefta Nû ya Emînonuyê va pankartên ku li ser "Li cem dawî li egîdan nayê", "Berdêla ku bi xwînê tê dayîn, wê azadiyê bîne, Hanzala wê rojekê vegere", "Em hezar dimirin, hezar tên dinyayê" hatin daliqandin.
Beşdaran timî di çalakiyê da duruşme berz kirin û dowîzên ku li ser "Qudis azad be, em hemû azad in", "Filistîna Azad", "Piştgiriya Filistînê, lenet li siyonîzmê", "Gelê Filistînê ne bi tenê ye" vekirin.
Hunermendên ku beşdarî bernameyê bûn, stran gotin, gelek mensûbên çapemeniyê yên xwecî û biyanî ji platformên ku hatin avakirin, çalakî şopand.
Stranbêjê Swêdî Maher Zainê ku bi eslê xwe Libnanî ye, li ser Pireya Galatayê beşdarî çalakiya “Em natirsin, huş nabin û Filistînê jibîr nakin” bû
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
Zain di çalakiyê da strana "Free Palestine (Filistîna Azad)” gothttps://t.co/5TS6mCi8yI pic.twitter.com/cfHJpwimbn
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Midûrê Debîrvaniya Serokomariyê Hasan Dogan, Fatma Betul Sayan Kayaya Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê û Seroka Polîtîkayên Civakî, Mahir Unalê Endamê MKYKya AK Partiyê, Husulî Akarê Parlamenterê Qeyseriyê yê AK Partiyê, Ahmet Buyukgumuşê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê yê Berpirsê Karûbarên Teşkîlatan, Faruk Acarê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Ozlem Zengin û Bahadir Yenişehirliogluyê Wekîlên Serokê Koma AK Partiyê, Cuneyt Yukselê Serokê Komîsyona Edaletê ya TBMMyê, Suleyman Soyluyê Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Abdullah Ozdemirê Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Stenbolê, Bilal Erdoganê Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Belavkirina Ilmê, Serokê Giştî yê TUGVAyê Îbrahîm Beşinci, Seroka Giştî ya Weqfa Jin û Demokrasiyê (KADEM) Canan Sari, Serdar Karagozê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê (AA), Serdal Adaliyê Serokê Kuluba Jîmnastîkê ya Beşîktaşê, Okan Burukê Dîrektorê Teknîkî yê Galatasarayê û her wiha gelek parlamenter, şaredar û nûnerên kulubên werzişê beşdarî meşê bûn.
Ji bo piştgiriya Filistînê 520 hezar kes li ser Pira Galatayê civiyan https://t.co/5TS6mChAJa pic.twitter.com/EMJi8VRo5Q
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
Hat anonskirin ku 520 hezar kes beşdarî meşê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.(FPV Dron) Ji bo piştgiriya Filistînê bi sed hezaran kes li Pireya Galatayê civiyanhttps://t.co/5TS6mCi8yI pic.twitter.com/eu6yzID5CX
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
