Tirkiye

Cîgirserokê Meclisê Sirri Sureyya Onder wefat kir

- Ji bo Onder dê sibê saet 11.00an da li Navenda Çandê ya Ataturk merasîma bîranînê bê lidarxistin

İrem Demir, Rüveyda Mina Meral  | 03.05.2025 - Rojanekırın : 05.05.2025
Cîgirserokê Meclisê Sirri Sureyya Onder wefat kir

Istanbul

 Cîgirserokê Meclisê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onderê 18 roj e li nexweşxaneyê dihat dermankirin, wefat kir.

Sirri Sureyya Onderê di 15ê Nîsanê da bi xwe ra girtibû, di saet 22.41ê da rakiribûn Nexweşxaneya Florence Nîghtîngaleyê ya Stenbolê û 18 roj e li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Di daxuyaniya nexweşxaneyê da hat diyarkirin ku birêz Sirri Sureyya Onderê li unîteya nexweşînên giran dihat dermankirin, ji ber ku piraniya ezayên wî êdî nedixebitîn, di saet 16.10an da wefat kiriye.

- Bernameya cenazeyê Onderê Cîgirserokê TBMMyê diyar bû

Bernameya cenazeyê Sirri Sureyya Onderê Parlamemterê DEM Partiyê û Cîgirserokê TBMMyê diyar bû.

DEM Partiyê der barê bernameya cenazeyê Onderê ku li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Şîşliyê ya ku ji ber nexweşiya dil lê dihat dermankirin, wefat kir da daxuyanî da.

Ji bo Onder dê sibê saet 11.00an da li Navenda Çandê ya Ataturk merasîma bîranînê bê lidarxistin.

Cenazeyê Onder dê piştî nimêja cenazeyê ya ku dê esrê li Mizgefta Barbaro Hayrattîn Paşa ya li Leventê bê kirin dê li goristana Zîncîrlikuyuyê bê definkirin.

- DEM Partiyê der barê wefata Onderê daxuyaniya Cîgirserokê TBMMyê da daxuyanî da

 DEM Partiyê der barê wefata Sirri Sureyya Onder da daxuyaniya "Biserxistina têkoşîna aştiyê ya ku wî bi berdlêla mirinê didomand hewcehiyeke dilsoziya bîranîna wî ye. Em ê li bîranîna Sirri Sureyya Onder û têkoşîna wî ya aşatiyê xwedî derkevin."

Cîgirserokê TBMMyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di roja 18emîn a tedawiya xwe da ji ber ku piraniya ezayên wî êdî nedixebitîn wefat kir.

DEM Partiyê der barê wefata Onder da daxuyanî da û ev gotin:

"Em ji ber wefata endamê heyeta me ya Îmraliyê Cîgirserokê me yê Meclisê Sirri Sureyya Onder gelekî xemgîn in. Em sersaxiyê didin gelên Tirkiyeyê, malbat û hezkiriyên wî. Biserxistina têkoşîna aştiyê ya ku wî bi berdlêla mirinê didomand hewcehiyeke dilsoziya bîranîna wî ye. Em ê li bîranîna Sirri Sureyya Onder û têkoşîna wî ya aşatiyê xwedî derkevin."

- Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ji bo Onderê Cîgirserokê TBMMyê peyama sersaxiyê da

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê wefata Sirri Sureyya Onder da got ku "Digel ku îdeolojiyên me ji hev cuda bûn jî me dêhna xwe dabû pêşeroja welêt a bi aştî û aramiyê tijî. Wisa bawerim ku tezahura Tirkiyeya bêteror ji bo Onderê merhum diyariyeke manewî, ji bo biratî û bihevrabûna me ya neteweyî dê bibe xizmeteke ebedî."

Bahçelî di daxuyaniya xwe ya nivsîkî da bi bîr xist ku Cîgirserokê TBMMyê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onderê ku huner û siyaset di şexsê wî da bibû yek, bi jiyana xwe ya sade û wesfê xwe yê eqlêselîm va li ba gel gelekî dihat hezkirin û hember wî rêz dihat girtin jiyana xwe ji dest da.

Bahçelî destnîşan kir ku ji ber wefata Onder gelekî xemgîn e û ev gotin:

"Digel ku îdeolojiyên me ji hev cuda bûn jî me dêhna xwe dabû pêşeroja welêt a bi aştî û aramiyê tijî. Wisa bawerim ku tezahura Tirkiyeya bêteror ji bo Onderê merhum diyariyeke manewî, ji bo biratî û bihevrabûna me ya neteweyî dê bibe xizmeteke ebedî. Xwedê rehma xwe li birayê min Sirri bike, bi bihûşt, cemal û merhameta xwe xelat bike. Serê malbata wî ya dilsoj, camîeya DEM Partiyê, hezkiriyên wî û hilbijêran û helbet serê gelê me hemûyan sax be."

- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê der barê wefata Onderê Cîgirserokê TBMMyê da daxuyanî da

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji bo Sirri Sureyya Onderê Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û Cîgirserokê TBMMyê ku ji ber ku piraniya ezayên wî êdî nedixebitîn li Stenbolê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin wefat kir, peyama sersaxiyê weşand.

Bakirhan di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da diyar kir ku nirxeke mezin a Tirkiyeyê yê ku digel berdêlên mezin kêliyek jî be ji bilêvkirina heqîqetê nereviya ji dest çû. Bakirhan got ku "Dilekî wêrek ê ku ji bo zimanê aştiyê, biratiya gelan lê dixist bêdeng bû. Sirri ne tenê siyasetmedarek bû, hafize, rûmet û kêfxweşiya Tirkiyeyê bû. Mirovekî wisa bû ku bi gotinên xwe li ber xwe dida û bi kena xwe hêvî dida. Êşa mirina wî mezin e. Lê em dizanin ku xeyalên Sirri yên me ne, rêya wî rêya me ye. Heqê xwe helal bike Sirri. Oxir be rêhevalê min. Soz ji te re dê aştî bê vî welatî."

Hatîmogullari jî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da ev gotin:

"Rêhevalê me yê gelekî biqîmet Sirri Sureyya Onder wefat kir. Êşa me jî xeyba me jî gelekî mezin e. Ez dizanim ku ji bo me hemûyan gotin têrî nakin û dilê me hemêyan diêşe. Ew mirovekî wisa bû ku me hemûyan di hestên hevpar da dikir ye û bi baweriya xwe ya aştiyê her kesê hembêz dikir. Nirxeke van axan bû ku xweşikahî û kêfxweşî pê ra bibû yek. Ne ev ax ne jî mirovên vî welatî dê têkoşîna ku wî digel nexweşiyên xwe yên giran da ji bîr neke. Soz ji te ra rêhevalê min dê aştî teqez bê vê axa qedîm."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.