Tirkiye

Çêkirina 75 kîlomêtre "rêya turîzm û ewlehiyê" ya ku diçe Çiyayê Agiriyê, kuta bû

Bülent Mavzer, Sabri Sarcan  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 07.12.2025
Çêkirina 75 kîlomêtre "rêya turîzm û ewlehiyê" ya ku diçe Çiyayê Agiriyê, kuta bû Bülent Mavzer

Iğdır

 Ji bo ku li ser Çiyayê Agiriyê heywandarî, turîzm û ewlehî were xurtkirin, projeya çêkirina rêya turîzm û ewlehiyê dest pê kir û di projeyê da xebatên qonaxa sêyemîn hat kutakirin.

Di kordîneya Wezareta Karên Derva da Walîtiya Îdirê rê çêkir û berî niha di projeyê da qonaxa yekemîn û duyemîn hatibû çêkirin. Qonaxa sêyemîn jî nû kuta bû.

Rê ji herêma Korhanê ya Çiyayê Agiriyê dest pê dike û ji ser Zozanê Serdarbulakê yê navbera her du çiyan ra heta sînorê Bazîdê diçe.

Di qonaxa ewil a projeya rê da 15,3 kîlomêtre, di qonaxa duyem da 32,5 kîlomêtre hatibû çêkirin û kutakirin. Bi kutabûna qonaxa sêyemîn va dirêjahiya rê bi temamî derket 75 kîlomêtreyan.

Îdareya Taybet a Bajarê Agiriyê aliyê din ê çiyê jî ser va kir û gozergah yekrû bû.

Piştî ku herêm ji terorê hat safîkirin, eleqeya ser werzişên siruştê zêde bû û ji bo çûyîna ser Çiyayê Agiriyê rê hat çêkirin û bi saya vê rêyê pêşbînî ew e ku zêdetir siruşthez û çiyager werin herêmê.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Îdirê Kasim Çarman ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi kutakirina qonaxa sêyemîn ra ev rê wê piştgiriyeke girîng bide turîzm, aborî û ewlehiya herêmê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın