Biryarên YAŞê eşkere bûn: Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu wekî Sererkan hat tayînkirin

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan biryarên Şûreya Eskerî ya Bilind (YAŞ) îmze kirin.
Bi biryara Şûreya Eskerî ya Bilind, Sererkan Orgeneral Metîn Gurak hat teqawidkirin û di dewsa wî da Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu hat wezîfedarkirin.
Her wiha ji bo Fermandariya Hêzên Bejayî Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Metîn Tokel hat wezîfedarkirin.
Dema wezîfeya Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Ziya Cemal Kadioglu salek hat dirêjkirin.
Li ser malpera fermî ya Serokomariyê "www.tccb.gov.tr"yê wêneya kêliya ku Erdogan biryarên YAŞê îmze kirin, hat parvekirin.
Dema Serokomar Erdogan biryarên Şûrayê îmze kirin, Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler jî amade bûn.