Tirkiye

Biryara Demirtaş ya AHÎMê

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Ka hela em biryarê bibînin. Di vê mijarê da biryarê daraza ku didarizîne wê bide."

Türkan Tosun  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Biryara Demirtaş ya AHÎMê

TBMM

TBMM

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê biryara Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê (AHÎM) ya ji bo Hevserokê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş da got "Ka hela em biryarê bibînin. Di vê mijarê da biryarê daraza ku didarizîne wê bide."

Gul çû Meclisê ku budçeya wezaretê pêşkeş bike û li Komîsyona Plan û Budçeyê ya TBMMyê der barê biryara AHÎMê ya Selahattîn Demirtaş da pirsên rojnamevanan bersivandin.

Wezîr Gul got ji ber xebatên budçeyê wî hê biryar nedîtiye û wiha got: "Ka hela em biryarê bibînin. Di vê mijarê da biryarê daraza ku didarizîne wê bide. Ne rast e ku em tiştekî bibêjin."

Li ser pirsa Demirtaş wê bê tehliyekirin an na Gul wiha axivî: "Divê mirov biryarê bibîne, meqama ku wê biryarê bide meqama darazê ye. AHÎM perçeyek hiqûqa navxweyî ye. Vê jî wek partiyeke reformîst AK Partiyê anî. Lê ev biryar çi tîne, çi dike, çi biryar hatiye dayîn teqdîra van dîsa biryara mehkemê ye."

AÎHMê gotibû girtina Hevserokê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş tê dirêjkirin, lê bi têra xwe delîlên hiqûqî tune ne û ji ber vê divê ew bê berdan.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.