Tirkiye

Birayê Mehmetogluyê Serokê AK Partiyê yê Hezroyê di êrîşê da birîndar bû

Ömer Yasin Ergin, Aziz Aslan  | 19.06.2021 - Rojanekırın : 20.06.2021
Birayê Mehmetogluyê Serokê AK Partiyê yê Hezroyê di êrîşê da birîndar bû

Diyarbakir

Li Diyarbekirê êrîşî wesayîta birayê Cemal Mehmetogluyê Serokê AK Partiyê yê Hezroyê kirin û di êrîşê da birîndar kirin.

Omer Faruk Mehmetoglu (22) bi wesayîta xwe ya bi plaqeya 06 BB 8568 va di saet 00.45an da ji tanga Koteholkeya li taxa Baxyurduyê ra derbas dibû û rastî êrîşê hat.

Mehmetoglu di êrîşê da ji wesayîtê peya bû û li erdê ket, li ser vê birîndar bû. Mehmetoglu bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezroyê.

Ekîbên cendirmeyan li dewsa bûyerê û herêmê geriyan, di lêgerînê da li 19 ciyên cuda 22 qovanên fîşenda keleşkofê, 27 qovanên debançeyê, 3 fîşengên keleşkofê û 14 fîşengên debançeyê dîtin.

Xebatên ji bo derdestkirina êrîşkaran hê dewam dike.

- "Ji terorê dikevin şikê"

Cemal Mehmetogluyê Serokê AK Partiyê yê Hezroyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku birayê wî ji mala nav baxçe vedigeriya, rastî êrîşê hat û ji lingê xwe birîndar bû.

Mehmetoglu wiha pê da çû: "Pirsgirêka me bi tu kesî ra tune. Dibe ku rêxistin be. Em ji terorê dikevin şikê. Duh êrîşî Serokatiya Haniyê kirin, paşê jî ev hat serê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın