Tirkiye

Bidlîsî jî kêfxweş in ku wêneyê Gola Wanê di pêşbaziya NASAyê da bû yekemîn

Şener Toktaş  | 15.04.2021 - Rojanekırın : 16.04.2021
Bidlîsî jî kêfxweş in ku wêneyê Gola Wanê di pêşbaziya NASAyê da bû yekemîn Şener Toktaş - AA

Bitlis

Li Bidlîsê ji ber ku di pêşbaziya wêneyan a onlîne a bi navê "Turnuvaya Dinyayê" ya ku Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) li dar xist da wêneyê Gola Wanê ya ji fezayê hatibû kişandin bû yekemîn kêfxweşiyeke mezin heye.

Wêneyê Gola Wanê ku wekî heyva nû dora Tetwan, Xelat û Elcewaza navçeyên Bidlîsê dipêçe û bi xweşikahiyên xwe yên tebiî li benda kifşkirinê ye di pêşbaziyê da bû yekemîn. Ji ber vê jî hêviyên di mijara turîzmê da zêde bûn.

Şaredarê Xelatê Abdulalîm Mumtaz Çoban daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wêneyê gola Wanê di rojeva dinyayê da cî girt û ev yek jî ji bo turîzma herêmê belgeyeke gelekî girîng e û hêmana nasandinê ye.

Çoban got li bendê ne ku di vê pêvajoyê da eleqeya ji bo Gola Wanê zêde bibe û wiha axivî:

"Aktîvîteyên li hewzeya Gola Wanê dê bên zêdekirin. Ji ber vê jî divê gol bê parastin. Em divê êdî bi enstrumanên nû va Gola Wanê ya ku dinyayê xweşkahiya wê qebûl kiriye pêşkêşî mirovên xwe bikin. Pêşbaziyên Offshoreyê yan jî hêmanên wekî werzişên avê divê rojave sereke ya Gola Wanê bin. Em divê li vir bi qasî ku demsal rê dide her cure aktîvîteyên werzişê bikin. Gola Wanê ji bo me û herêma me jiyan e. Divê ji her cure qirêjahî û zirarê bê parastin. Ez spasiya her kesê ku piştgirî da pêşbaziyê dikim."

- "Nasandineke gelekî mezin bû"

Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî jî ragihand ku wêneyê Gola Wanê ya ku di pêşbaziya NASAyê da bû yekemîn nêzî ji sedî 95 deng hilda û rekorek bi dest xist.

Geylanî diyar kir ku êdî hemû dinyayê xweşikahiyên "Behra Wanê" ku di her platformê da qal dikin dît û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Gola Wanê gola bi soda ya herî mezin a dinya û welatê me ye. Careke din hat îsbatkirin ku yek ji wan cihan e ku divê bê dîtin, lê bijîn û sobayê bikin. Ji bo me bû nasandineke gelekî mezin. Em gelekî kêfxweş bûn ku saziyeke wekî NASAyê ev hilbijart û hemû dinyayê eciband û ya herî girîng jî hemû Tirkiye di vê mijarê da yek bû. Em spasiya Emîne Erdogan, wezîrên me, siyasetmedarên me, karsazên me, welatiyên me yên ku di vê mijarê da piştgirî dan me dikim. Mixabin ku Gola Wanê nehatiye asta ku heq dike. Yek ji mîrateyên dinyayê ye. Di bin hîmayeya Birêz Emîne Erdoganê da der barê vê da planeke çalakiyê dan destpêkirin. Em wek şaredarên perav û qeraxê di nav vê karê da ne."

Geylanî ragihand digel ku navçe li perava Gola Wanê ye têra xwe nikarin ji fealiyetên wekî werzişên avê, turîzm, aborî û masîgiriyê sûd wergirin û da zanîn ku plana çalakiyê ya der barê golê da dê di demeke nêz da bikeve meriyetê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın