Tirkiye

Bi xêra Kampanyaya daşikandinê ya TOKÎyê di 12 rojan da 7 hezar û 910 kes gihîşt tapûya xwe

Fatma Sevinç Çetin  | 08.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Bi xêra Kampanyaya daşikandinê ya TOKÎyê di 12 rojan da 7 hezar û 910 kes gihîşt tapûya xwe

Ankara

Di çarçoveya kampanyaya daşikandina ji sedî 25an da ya ji hêla Serokatiya Rêveberiya Xaniyên Komî (TOKÎ) ya girêdayî Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê di 22yê Îlonê da hat destpêkirin, 7 hezar û 910 kesî deynê xwe girt û mafê wergirtina tapûya xwe bi dest xist.

Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê ji TOKÎyê wergirt, serîlêdana kampanyayê berdewam e ku ji bo xwediyên xanî û kargehan yên dixwazin deynê bigirin û tapûya xwe werbigirin, hat pêkanîn.

Di 12 rojên kampanyayê da 8 hezar û 251 kes sûdmend bûn. Di vê çarçoveyê da 7 hezar û 910 kesî jî deynê xwe bi temamî girt û mafê wergirtina tapûya xwe bi dest xist.

Her wiha 341 xwediyên xanî û kargehan yên ku deynê xwe bi temamî negirtin jî bi pereyê ku pêşin dan, sûd ji kampanyaya daşikandina ji sedî 25an wergirtin.

Serîldana navborî dê heya 17ê Cotmehê roja Înê bi rêya banqeyên têkildar bidome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın