Bi xêra "Benîştê Qanokê" debara mala xwe dikin
Jinên ku li Ovacixê dijîn bi xêra "Benîştê Qanokê" debara malbatên xwe dikin
Tunceli
Jinên ku li Ovacixa navçeya Tunceliyê dijîn bi xêra "Benîştê Qanokê" debara malbatên xwe dikin.
Ji qanoka ku li navçeya Ovacixê hêşîn dibe hem di xwarinê da tê emilandin hem jî ji şîrê wê benîşt tê çêkirin
Bi xêra benîştê qanokê li herêmê jin debara malbatên xwe dikin. Jinên kedkar her roj diçine derûdorê Çemê Aksuyê û gundê Kodiyê û ji bona çêkirina benîşt qanokê kom dikin.
Jin ewil derûdorê qanokê dikolin û piştra bi kêrê dibirên şîrê wê berdidin. Şîrê qanokê dicemide û dibe benîşt. Jin paşê van benîştan kom dikin û dibine malên xwe.
Jin benîştan demekê di ava germ da dihêlin û paşê paqij dikin û kîloya wê 500 lireyê difiroşin.
Ji benîştgirên qanokê Geyîk Bata daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di meha tîrmehê dest bi çêkirina benîşt dikin û wiha axivî:"Em ewil koka qanokê dikolin û paşê dibirin. Şîrê wê li ser axê kom dibe û paşê dibe benîşt. Em van kom dikin dibin malan. Em benîştên xwe difiroşin."