Bi şev li Qers û Erdexanê germahiya hewayê daket 5 pileyî

Erzurum
Li Qers û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê hetanî 5 pileyî ket.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be.
Hat ragihandin ku bayê ji aliyê bakur ra rabe, dibe ku hin caran guj bibe, germahiya hewayê jî ew ê wekî ya demsalê be.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexan û Qersê 5, li Agiriyê 11, li Erzincanê 14, li Erziromê 16, li Îdirê jî 17 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Erzincanê 36, li Îdirê 33, li Agiriyê 30, li Erziromê 29, li Qersê 27 û Erdexanê jî 26 pile be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.