Tirkiye

Bi serkêşiya TCG Anadoluyê merasima rêwresmê ya li Tengava Stenbolê dest pê kir

- Bi serkêşiya TCG Anadoluya keştiya herî mezin a eskerî ya Tirkiyeyê, keştî ji bo merasima rêwresma di çarçoveya TEKNOFEST Welatê Şîn da ketin Tengava Stenbolê

Mikail Bıyıklı  | 24.08.2025 - Rojanekırın : 24.08.2025
Bi serkêşiya TCG Anadoluyê merasima rêwresmê ya li Tengava Stenbolê dest pê kir

Istanbul

Ji bo merasima rêwresma di çarçoveya TEKNOFEST Welatê Şîn da keştiyên bi pêşîkêşiya TCG Anadoluya keştiya herî mezin a eskerî ya Tirkiyeyê, ketin Tengava Stenbolê.

Ji bo çalakiya bi malîvaniya Wezareta Parastina Neteweyî, TCG Anadoluy di saet derdora 14.45an da ji peravên Behra Reş gihîşt Tengava Stenbolê.

Merasima rêwresma di çarçoveya TEKNOFEST Welatê Şîn da ji Pireya Yavuz Sultan Selîm dest pê kir.

TCG Savaronaya yata Xazî Mustafa Kemal, keştiyên bi navê TCG Oruçreis, TCG Îstanbul, TCG Heybeliada, TCG Kalkan, TCG Alanya û TCG Sancaktar û her wiha TCG Hizireisa binbehr di çalakiyê da hevaltiya TCG Anadoluyê dikin.

Ji aliyekî din va di TCG Anadoluyê da ji bo merasimê 250 xwendekar jî hene ku ji hêla Wezareta Ciwanî û Werzişê û Weqfa T3yê hatine neqandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın