Ankara
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di encama xebatên îqnakirinê yên tên meşandin da terorîstekî PKKyî ji rêxistinê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê yên li yekîneyên sînor bû.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku di encama xebatên îqnakirinê yên Fermandariya Cendirmeyên Mêrdîn û Qersê û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi hevra li dijî PKK/KCK-PYD/YPGya rêxistina terorê meşandin da Î.A.yê endamê rêxistinê yê bi navê "Demhat" dihat zanîn ji rêxistinê revî.
Î.A.yê endamê rêxistinê bi kordinasyona MÎTê û tîmên îqnakirinê yên cendirmeyan hat teslîmî yekîneyên hidûd ên li Nisêbîna navçeya Mêrdînê bû.
Bi vî awayî hejmara kesên bi rêya îqnakirinê hatin û teslîm bûn derkete 39 kesan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.