Aykut Karadağ
22 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2021
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku bi saya xebatên qanîkirinê 3 terorîstên ji PKKya rêxistina terorê reviyabûn hatin û teslîm bûn.
Wezaretê di daxuyaniya weşand da ragihand ku bi pêşengiya Wezareta Parastina Neteweyî û xebatên qanîkirinê yên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va hejmara kesên ji rêxistina terorê direvin û tên teslîm dibin her diçe zêde dibe.
Hat gotin ku bi saya xebatên qanîkirinê 3 kesên din ji PKKya rêxistina terorê reviyan û hatin teslîmî hêzên ewlehiyê bûn
Kesên teslîm bûne di navbera sala 2014 û 2021ê da tevlî rêxistina terorê bûne û li Iraq û Sûriyeyê kar û barên rêxistinê kirine.
Îsal hejmara endamên rêxistina terorê yên ku bi qanîkirinê teslîm bûn gihîşt 200î.