Tirkiye

Bi piştgiriya MÎTê li Sûriyeyê hucreya DEAŞê ya amadehiya lidarxistina çalakiyên sabotajê dikir hat hilweşandin

- Ji hêla îstixbarata Sûriyeyê va 3 kes hatin binçavkirin, bi operasyonê ra di heman demê da midaxeleyî wesayîteke bombebarkirî ya ku danîbûn cihekî girîng û ji bo teqandinê amade ye kirin

Orhan Onur Gemici  | 05.03.2026 - Rojanekırın : 06.03.2026
Bi piştgiriya MÎTê li Sûriyeyê hucreya DEAŞê ya amadehiya lidarxistina çalakiyên sabotajê dikir hat hilweşandin

Ankara

Di encama xebatên îstixbarî yên Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) li Şama paytextê Sûriyeyê hucreya girêdayî DEAŞa rêxistina terorê ya amadehiya çalakiyên sabotajê dikir hat hilweşandin, 3 DEAŞî hatin qefaltin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di encama xebatên îstixbarî yên MÎTê li Şama paytextê Sûriyeyê hucreyeke DEAŞê hat tesbîtkirin.

MÎTê îstixbarata bi dest xistiye bi Fermandariya Serwêsa Ewlehiya Navxweyî ya Sûriyeyê û Serwêsa Îstixbarata Giştî ya Sûriyeyê ra parve kir.

Îstixbarata Sûriyeyê gav bi gav endam û fealiyetên hucreyê şopandin û cihê tam a hucreyê tesbît kirin.

Di encama rasera dijî hucreyê endamên DEAŞê Omer Haşîm, Mihemed Hamed û Huseyîn Xelef hatin binçavkirin.

- Wesayîteke bombebarkirî jî hat dîtin

Pisporên îmhekirina bombeyê bi operasyonê ra di heman demê da midaxeleyî wesayîteke bombebarkirî ya ku danîbûn cihekî girîng û ji bo teqandinê amade ye kirin.

Di wesayîtê da gelekî C4 û TNTyê ku dikariya bibe sedema texrîbateke mezin hat dîtin.

3 kesên hatin binçavkirin ji bo ku jêpirsîna wan bê temamkirin û kesên piştgiriyê didib hucreyê û pêvekên muxtemel ên hucreyê derxînin holê sewqî Îdareya Têkoşîna Dijî Terorê/Serwêsa Îstixbarata Giştî ya Sûriyeyê kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın