Tirkiye

Bi operasyona MÎT û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê ya li dijî "sîxurên sîber" 2 kes hatin binçavkirin

Fırat Taşdemir  | 08.11.2025 - Rojanekırın : 08.11.2025
Bi operasyona MÎT û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê ya li dijî "sîxurên sîber" 2 kes hatin binçavkirin

Ankara

Di operasyona hevbeş a Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê ya li Stenbol û Edeneyê ya li dijî "sîxurên sîber" da 2 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê va tê ajotin da, li Stenbol û Edeneyê li dijî sîxurên sîber operasyonên hevdem hatin kirin.

Di operasyonê da du gumanbarên ku bi rêxistineke sûcên sîber ra têkildar in hatin binçavkirin.

Di lêgerînan da gelek materyalên dijîtal ên têkildarî çalakiyên sîber ên neqanûnî û pergalên girêdayî welatên biyanî hatin desteserkirin.

Hat tesbîtkirin ku gumanbaran di îfadeyên xwe da li sûcên xwe mikur hatine û agahdariyên giring li ser rêbazên neqanûnî yên gihîştina daneyên kesane û komên ku ew bi wan ra di têkiliyê da bûn dane.

Di çarçoveya lêpirsînê da gumanbarên ku hat tespîtkirin di çalakiyên sîxuriya sîber da roleke çalak girtine, li gorî Qanûna Ewlekariya Sîber a bi hejmara 7545 hatin girtin.

Her wiha ji bo gumanbarên ku têkiliya wan bi rêxistina sûcên sîber ra heye û li dervayî welêt in, fermana girtinê hat dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın