ŞAM
Li Sûriyeyê yekîneyên Artêşa Îslamê ya mixalif bi moşekên katyûşayê êrîşî herêmên leşkerî yên di destê hêzên rejimê da ne dikin.
Êrîşê ber destê sibehê di 07.30yan da dest pê kir û bi sedan moşek avêtin herêmên cuda yên paytext Şamê.
Fermandarê Artêşa Îslamê Zahran Alluş di hesabê xwe yê Twitterê da daxuyand ku êrîş heta ku hêzên Esed têk herin wê berdewam bikin.
Alluş di daxuyaniya xwe ya do da destnîşan kiribû ku wê êrîşî hêzên rejimê bikin û bang kiribû ku bira sivîl, misyonên diplomatîk û xwendekar nêzî herêmên leşkerî nebin.