Tirkiye

Bi kincên eydê yên zarokên xwe va sebra xwe tînin

Malbata Gokkuş a ku 5 sal berê kurê wan ji Bidlîsê ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin kincên kurê xwe yên ji bo eydê kirîbûn bêhn dike û pê sebra xwe tîne

11.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Bi kincên eydê yên zarokên xwe va sebra xwe tînin

Bitlis
 Malbata Gokkuş a li bajaroka Gunkiriya li ser Guroymaka navçeya Bidlîsê dijî benda wê rojê ye kurê wan ê 5 sal berê ji hêla terorîstên PKKyî va hatiye revandin ji çiyê vegere.

Okan Gokkuş di sala 2015an da hê 12 salî bû ji hêla endamên rêxistina terorê va hat revandin ku malbata wî dixwaze kurê wan vegere û teslîmî dewletê be.

Okan bi firotina simîtan va ji xwe ra kinc kiriye ku di Eyda Remezanê da li xwe bike, lê ji ber ku çûye ew li malê mane û Vecîhe Gokkuşa dêya wî û Ekrem Gokkuşê bavê wî kincên wî bêhn dikin û hewl didin êşa wan kêm bibe.

Malbat 4 meh e li Diyarbekirê li ber avahiyê bajêr ê HDPyê çalakiya runiştinê dike ku kurê wan vegere.

- "Em tim bi xeyala wî va dijîn"

Ekrem Gokkuş got kurê wî dema 12 salî bûye ew revandine çiyê û ji sala 2015an vir va tenê par ji wî xeberek hildane.

Gokkuş wiha axivî: "Em nizanin ka ew niha li ku ye. Xwedê vê êşê bide wan kesên ku kurê me birine. Zarokekî 12 salî nikare feydeyê bide xwe jî ka çi feydeya wî wê bigîhîje xelkê.Kurê min revandine û birine çiyê. Zarokan dibin şikeftê, wan dixapînin dibin çiyê. Xwedê qebûl neke. 5 sal in haya min ji kurê min tune, hê jî tune. Ez dixwazim ji wî xeberekî hildim. Şev û roja me nema. Em tim bi xeyala wî va dijîn. Xwezî 20-50 kurên min hebûna ku bûbûna esker. Kurê min niha li Qibrîsê esker e ku ez bi wî serfiraz im. Xwezî bi wî kesî ku dibêje ez Tirk im."

Gokkuş piştî kurê xwe nexweşiya şekir û tansiyonê di bedena wî da peyda bûye ji ber vê taqetê wî nemaye ku ew êdî bixebite.

Gokkuş got ev 4 meh e jî ew li ber Serokatiya Bajêr ê HDPyê beşdarî çalakiya runiştinê bûye.

- "Eyd nebû nesîb"

Gokkuş bal kişand ku Okanê kurê wî di sala 2015an da 7 roj beriya Eyda Rojiyê simît firotibû û kincên eydê kiribû û wiha pê da çû:

"Gelekî dihat hezkirin cahil nebû. Kincên xwe yên eydê bi xwe kirî. Paste firot û kinc kirî. Eyd nebû nesîb. Ew hê zarok e. Xwedê belayê bide kesên zarokan dixapînin û dibin çiyê. Çito hatiye xapandin em nizanin. Em tu carî li cem wan nebûn. Ez ê kurekî xwe jî bişînim esker. Dixwazim bibe polês. Bira kêrî dewlet û milet were. Em li cem merivan in, em Misliman in û me eşeda xwe aniye. Li aliyê din merivayî Mislimantî, wijdan û merhemet tune. HDP dibêje em partiya demokrasiyê ne. Ev partiya demokratîk ji ku derê hatiye. Kurê min gelo mirî ye an sax e, gelo çi dike? Lenet li HDPyê bibe. HDP nebe teror nabe, teror nebe HDP nabe. Herdu birêdayî hev in."

- "Kurê min çavên me li rêya te ne"

Gokkuş bangî kurê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha axivî: "Okan, kurê min were. Teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Kurê min were malê. Diya te, xuşk û birayên te gelekî bîriya te kirin. Ew dibêjin em ê bavê te û birayên te bikujin, derewan dikin. Ew her tim derewan dikin. Xwe bispêre dewletê. Dewlet tiştekî bi te nake. Teslîmî dewletê bibe. Hingî li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dest pê kiriye 20 kes hatin. Tu yekê wan ceza nexwar. Gişt li cem dê û bavên xwe rûdinin. Em zehf dixwazin tu werî malê. Kurê min çavên me li rêya te ne. Xebera me ji te tune. Ji bo Xwedê were. Em gelekî li ber xwe dikevin. Hefteyekê beriya eydê kurê min qiyafetên xwe amade kir. Nehîştin gede li malê eydê bike."

- "Em ji ber vî derdî nexweş ketin"

Gokkuşê wêneya kurê xwe maçî kir û çavên wê tije hêsir bû û diyar kir ku kurê wê ji bo ku simîdan bifiroşe, çû sûkê û terorîstan ew xapand û bir serê çiyê.

Gokkuşê got, "Kurê min simît firotin û bi perê simîdan ji xwe ra kincê eydê û sol kirîn. Nehiştin ku kincê xwe yê eydê li xwe bike. Nehiştin ku eyda xwe bike." û wiha dewam kir:

"5 sal e em tu xeberê jê hilnadin. Em ji derdê wî nexweş ketin. Birayekî wî esker e. Bavê wî bi nexweşiya şekir û tansiyonê ket. Niha jî tiliyên wî hatin jêkirin. Kê ev êş û jan bi me da kişandin, Xwedê heman êş û janê pê bide kişandin. Xwedê qebûl neke. Xwedê ewladê ometa Mihemed xelas bike, ewladê min jî. Bira destê kurê min di nav destê min û mêrê min da be. Xwedê vê janê ji dilê me derxe. Em hemû ji ber vê tengasiyê nexweş in. Hişê me ne li serê me ye, em nizanin bê ka em çi dikin. Em diçin ku derê, çi tînin, çi dibin, em nizanin. Xwedê heqê kurê min nede windakirin. Xwedê kêmasiya dewleta me û Serokomarê me nede. Xwedê dewleta me xurttir bike."

- "Were teslîmî dewleta xwe bibe"

Dayik Gokkuşê xwest ku kurê wê vegere û wiha dewam kir:

"Ez kurê xwe dixwazim. Bira kurê min were. Okan tu çawa firsendê dibînî, were. Ji wan bawer neke. Te baş xapandine. Dibêjin em ê dê û bavê te bikujin, lê derewan dikin. Dewlet xurt e. Xwedê zewalê nede dewleta me. Tu kîngê firsendê dibînî were, teslîmî dewleta xwe bibe. Ji dewletê netirse. Birayên te hemû behsa te dikin. Em ji derdê xwe xwe va çûn. Were kurê min, te dixapînin. Bi zanetî wisa dikin. Min hê nehiştiye tu kes têkeve nav ciyê te û kincê te li xwe bike. Min kincên te li tu kesî nekirin. Erê dijwar e. Xwedê êş û jana ewlad nede tu kesî. Qet netirse were, teslîmî dewletê bibe. Dewleta me hêzdar e.Ji wan netirse, were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.