Tirkiye

Bi keşfa neftê li Gabarê veguherînek mezin li herêmê çêdibe

Gülşen Çağatay  | 05.11.2025 - Rojanekırın : 05.11.2025
Bi keşfa neftê li Gabarê veguherînek mezin li herêmê çêdibe

Ankara

ANKARA (AA) - Bi keşfa neftê li Gabarê veguherîneke mezin li herêmê çêdibe, rewşa aboriyê û jiyana civakî baş dibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Enerjî û Çavkaniyê Siruştî Şirnex dibe yek ji navendên cazîbeyê.

Bi saya operasyonên serkeftî yên hêzên ewlehiyê, Çiyayê Gabarê ji gefên terorê hate paqijkirin. Êdî îro ew qada neftê, bû qada ku herî zêde hilberîna wê ya rojane li Tirkiyeyê ye.

Nadir Bilikê bavê heft zarokanê ku li gundê Guleşliyê yê li quntara Çiyayê Gabarê ji dayik bûye û mezin bûye, wekî yek ji şahidên zindî yên vê veguherînê derdikeve pêş.

Bilikê ku birayê wî yê mezin, parêzvanê gundan bû û sala 1991ê li Çiyayê Gabarê şehîd bû, sala 1994an ji ber gefên terorîstan gundê xwe terk kir, piştî 35 salan li heman çiyayî li qada lêgerîna neftê dest bi kar kir.

Bilikê ku li TPICê wekî xebatkarê operasyonan dixebitî, diyar kir ku ew serbilind e ku li çiyayên ku birayê wî lê şehîd bûye li ser wezîfeyê ye û got:

"Niha li Gabarê dengê platformên sondajê bilind dibe, ne dengê çekan an pevçûnan. Êdî li van axan tirs tune. Berhem heye, hêvî heye. Dema em 10 salî bûn, me li kolanên teng ên Guleşliyê dilîst. Diya min sibehê şîr dikeland û nan ji me re çêdikir. Ez qet nikarim wan bêhnan, wan rojan ji bîr bikim. Sala 1991an, dema ku ez 7 salî bûm, birayê min ê 25 salî Îsmaîl, ku parêzvanê gundan bû, şehîd ket. Birayê min bi heft cendermeyan ra ji gundê me çû herêma Yılantepe ya Gabarê operasyonê. Ew ketin kemînê û ew şehîd ket. 17 gule li laşê wî ketin. Bavê çar zarokan bû."

- Koçberiya bi darê zorê ji ber terorê

Bilik bi bîr xist ku bi tundbûna terorê ra her tişt guherî û ew di Gulana 1994an da neçar man ku gundê xwe biterikînin û got, "Em li ser sifrê ji bo şîvê rûniştibûn. Dengek ji hoparlorê mizgeftê hat. 'Heke hûn îşev gund vala nekin, teror wê wêran bike' Me sifreya xwe terk kir. Me di tariya şevê da gund vala kir. Dengê qîrîn û hawarê dihat. Tirsa kengî û li ku derê ew ê li me biteqînin. Ez ê wê tirsê, wê êşa ku me kişand, qet ji bîr nekim."

Bilik tekez kir ku li herêma ku birayê wî lê şehîd bûye, platformên sondajê bilind dibin û got, "Birayê min ji bo vê axê canê xwe feda kir. Birca Naîm Suleymanoglu niha li cihê ku ew lê şehîd bûye ye."

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar jî vîdyoyek li ser medyaya civakî li ser çîroka jiyana Nadir Bilik weşand û wiha got:

"Gabar mînaka herî berbiçav a îdeala me ya 'Tirkiyeya Bêteror' e. Dengê hilberînê li çiyayên ku berê dengê çekan lê dihat, deng vedide. Her bermîlek neftê ku em hildiberînin sembola hêza Tirkiyeyek serbixwe ye. Li şûna tariya terorê, niha ronahiya ked û hêviyê li Gabarê bi geşî dibiriqe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın