Bi hezaran kes ji bo piştgiriya Xezeyê û Fîloya Sumûdê ya Kurewî civiyan

Ankara
Piştgiriya ji bo Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê bi rê ket û rastî êrîşa Îsraîlê hat, li seranserê welêt dewam dike.
- Enqere
Li Enqereyê bi hezaran kesên ku di nav da endamên saziya civakî ya sivîl a Platforma Piştgiriya Filistînê ya Enqereyê (ANFÎDAP) û her wiha kal û pîr, ciwan û zarok jî hene li ber Mizgefta Melîke Xatunê civiyan.
Kom ji bo ku balê bikişîne ser nijadkujiya li Xezeyê û dengê xwe li dijî Îsraîlê bilind bike civiya ku Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, hin parlamenter û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan welatiyan.
Welatiyên ku di destên wan da alayên Filistînê hene diruşme berz kirin û pankartên ku li ser "Bi gavek li dûr mirovahî dimire, bila Îsraîl qehr bibe" û "Misilman bibin yek" nivîsandî hildan destên xwe.
- Stenbol
Li Stenbolê jî endamên Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHHê), endamên Platforma Piştgiriyê ya Ji Bo Filistînê û welatî ji bo ku piştgiriyê bidin Fîloya Sumûdê ya Kurewî li ber Mizgefta Mezin a Ayasofyayê civiyan.
Kom bi banga "Em ber bi azadiyê va dimeşin" va ber bi Emînonuyê va meşiya.
Beşdaran diruşmeyên "Îsraîla kujer, ji Filistînê bicehime", "Silav li Xezeyê, berxwedan berdewam e", "Ji çeman heta behran Filistîna azad", "Misilman ranezê, xwedî li birayê xwe derkeve" berz kirin.
Di çarçoveya çalakiyê da tê payîn ku li Meydana Emînonuyê axaftin wê werin kirin.
- Îzmir
Li Îzmirê jî Platforma Piştgiriya Filistînê çalakî organîze kir.
Di çarçoveya çalakiyê da kelekên masîgiran ên ku ji sitargehên masîgiran ên Bostanli, Guzelbahçe, Sahîlevlerî, Încîralti û Mavîşehirê bi rê ketin, li Meydana Cumhuriyetê hev dîtin.
Alayên Tirkiye û Filistînê bi kelekan va hatin kirin û endamên Platforma Saziyên Civaka Sivîl a Îzmirê jî bi alayên destê xwe va ji meydanê piştgirî da kelekan.
Digel Enqere, Stenbol û Îzmirê; li Edirne, Sêwas, Kirikkale, Qeyserî, Duzce, Sînop, Afyonkarahîsar, Gazîentab, Agirî, Qers û Wanê jî seba balkişandina ser nîjadkujiya ku Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xezeyê didomîne û êş û janên ku li Filistînê tên kişandin û piştgiriya Fîloya Sumûdê ya Kurewî çalakî hatin lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.