Bi hatina biharê ra geştiyar diçin dîtina travertenên Wanê

Van
NECMETTÎN KARACA - Travertenên li Başqeleya navçeya Wanê ku dişibin travertenên li Pamukkaleyê bi hatina biharê ra xemilîn û gelek geştiyar diçin serdana wan.
Travertenên li gundê Dereîçiya 150 kîlometre dûrî bajêr e, bi hewz û avên xwe balê dikişînin.
Bi hatina biharê ra herêm şên bû û kesên dixwazin travertenan bibbînin jî piştî meşeke ku nîv saet dikişîne diçin serdana herêmê.
Travertenên dişibin yên li Pamukkaleyê her sal gelek geştiyaran diezimînin.
Wênegir û geştiyarên tên herêmê wêne dikişînin û li herêmê digerin.
Fatma Uçtuya ji Kayseriyê ku li navçeya Erdîşê masmostetiyê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev traverten dişibin yên li Denizliyê û bi dîtina wan jî pir kêfxweş bûye.
Ji geştiyaran Tugba Memişê jî destnîşan kir ku bi mêrê xwe ra hatieye dîtina travertenan û wiha got, "Min digot qey tenê li Pamukkaleyê ev traverten hene, lê ev der jî gelek xweş e."