Tirkiye

Bi germbûna hewayê ra welatiyan berê xwe da Şelaleya Mûradiyeyê

Ali Çelik, Muhammed Onur Yavrutürk  | 18.05.2025 - Rojanekırın : 22.05.2025
Bi germbûna hewayê ra welatiyan berê xwe da Şelaleya Mûradiyeyê

Van

Li Wanê çend roj in baran ser hev dibare û ava Şelaleya Mûradiyeyê gur bû. Ji ber ku dawiya hefteyê ye jî derdora şelaleyê qerebalixî çêbû.

Şelaleya ku li ser Çemê Bendimahiyê ye, bi dîmena xwe ya xweş va hem bala şêniyên herêmê hem bala siruşthezên ku ji bajarên derdorê tên, dikişîne.

Van rojana piştî ku siruşt bi xwe va hat û baran zêde barî, ava şelaleyê gurtir diherike. Kesên ku tên qada şelaleyê, li herêmê digerin û wêneyan dikişînin.

Murat Çakirê ku ji Erziromê hat, got ku îsal ava şelaleyê gurtir diherike.

Çakir daxuyand, bi germbûna hewayê ra ew jî hatin ku şelaleyê bibînin û wiha dewam kir: "Ji ber ku ez ji Erziromê me, min ev û Şelaleya Tortumê dan ber hev. Şelaleya Tortumê bilind e, ev jî bi ber e. Wextê me xweş derbas bû. Dîmen pir xweş e."

Ji ziyaretvanan Yusuf Tungayê ku bi hevalên xwe ra bi motosîkletê hat şelaleyê jî wiha got, "Em li nava siruştê geriyan, me wêneyên xweş girtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.