Tirkiye

Bi destpêbûna seferên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk va turîzmvanên li Qersê kêfxweş bûn

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk a ku dest bi seferên xwe kir, di sezona zivistanê da hejmara turîstên xwemalî û biyanî yên diçin Qersê zêde dike û her wiha liv û lebatê dide turîzma bajêr

Cüneyt Çelik  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Bi destpêbûna seferên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk va turîzmvanên li Qersê kêfxweş bûn

Kars

 Ji hêla Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) di xeta Enqere-Qersê da û her wiha di sezona nû da destpêkirina seferên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk, turîzmvanên li Qersa ku rawestgeha dawîn e, kêfxweş kirin.

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ya AŞya Veguhestina Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê derket sefera ewil a sezona nû. Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ya ku ji rotayên herî dirêj ên AŞya Veguhestina TCDDyê ye, ji Enqereyê bi rê dikeve û di guzergeha Kirikkale, Qeyserî, Sêwas, Erzingan û Erziromê da 1310 kîlometre rê diçe û wisa digihîje rawestgeha dawîn Qersê.

Di Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk da seferên dualî yên Enqere-Qersê bêtir eleqeyê dibînin û nexasim jî ciwan, siruşthez û wênehez di serî da ji her emrî rêwî vê xetê tercih dikin. Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk dê vê sezonê jî tijî û dagirtî derbas bike. Seferên sezona zivistana 2025-2026an dê heya 1ê Adara 2026an bidomin.

Ji xeynî Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk, di vê xetê da niha Trêna Ekspresa Rojhilatê jî dişixule û rêwiyên van herdu trênan di guzergeheke di nav berfê da li Anadoluyê derdikevin "rêwîtiyeke fenanî çîrçîrokan."

Qersa ku rawestgeha van herdu trênan e, bi saya serê van seferan gelek turîstên xwemalî û biyanî diezimîne.

Halit Ozerê Serokê Yekîtiya Turîzma Qersê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew kêfxweş in ku seferên trênê jinûva dest pê kirin.

Ozer bal kişand ser giringiya Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk û wiha dewam kir, "Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ya ku van salên dawîn bûye trenda nû ya herêm û parêzgeha me, îsal jî dest bi seferên xwe kir. Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk adeta bûye veguhêzera çandekê. Ji mêvanên me yên bi trênê tên parêzgeha me gelek eleqedarên gastronomî û turîzma çand û baweriyê hene."

Mehmet Dumanê pisporê qada çand û turîzmê jî bal kişand ku Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk sûdeke mezin dide aboriya Qersê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.