Bi balafira ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Al-Haddad tê da bû ra têkilî qut bû
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya: "Îşev di saet 20.10an da bi jeta kar a cureyê Falcon 50 ya ku nimreya wê ya dûvikê 9H-DFJ ye û ji Balafirgeha Esenbogayê ji bo ku biçe Trîpoliyê bi firê ket ra di saet 20.52yan da têkilî qut bû"
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku bi jeta kar a ku ji Balafirgeha Esenbogayê ji bo ku biçe Trîpoliyê bi firê ket û Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed Al-Haddad jî tê da bû ra têkilî qut bû.
Wezîr Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya ji ser NSosyalê da ev gotin:
"Îşev di saet 20.10an da bi jeta kar a cureyê Falcon 50 ya ku nimreya wê ya dûvikê 9H-DFJ ye û ji Balafirgeha Esenbogayê ji bo ku biçe Trîpoliyê bi firê ket ra di saet 20.52yan da têkilî qut bû. Ji balafira navborî dora Haymanayê îxbara danîna acîl hatiye hildan lêbelê pişt ra dîsa têkiliya bi balafirê ra qut bûye"
-Di balafirê da ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed Al-Haddad jî tê da bû 5 rêwî hebûn.Raya giştî dê der barê geşedanan da bê agahdarkirin."
