Tirkiye

Bi îfadeyên endamên PKKyê yên ku teslîm bûn şikeft û çekên veşartî derketin holê

Kemal Karadağ  | 16.10.2021 - Rojanekırın : 18.10.2021
Bi îfadeyên endamên PKKyê yên ku teslîm bûn şikeft û çekên veşartî derketin holê

Ankara

 Bi saya xebatên qanîkirinê yên kordînetiya Wezareta Karên Navxweyî û îtirafên gelek terorîstên hatin qefaltin va gelek şikeft û stargehên PKKya rêxistina terorê hatin tespîtkirin. Bi operasyonên hatin kirin va moşeka AT-4ê û gelek teqemenî û droneyên ji dûr va kontrolkirina wan mimkun e û dikarin teqemeniyan daynin û biavêjin hatin qefaltin.

Bi saya hêzên ewlehiyê û eskeriyê yên di koordînetiya Wezareta Karên Navxweyî va reva ji rêxistinê û teslîmbûn zêdetir bû. Bi saya xebatên hatin kirin îsal 161 terorîst teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

Fermandariya Cendirme ya Bajarê Hekariyê malbatên endamên rêxistina terorê E.C. û H.A.K. tevlî pêvajoya qanîkirinê kir û bi wê sayê herdu jî ji rêxistinê reviyan û hatin teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Ji bilî vê ji eskeriyê ra xeber hat ku M.Çyê endamê rêxistinê ye ji ber zext û zordariya rêxistinê aciz bûye û wê bireve li ser vê ekîba cendirmeyan ew di kaseya qamyonekê da qefalt.

Endamên rêxistina terorê yên teslîm bûn û yên hatin qefaltin di îfadeyên xwe da gotin ku rêxistin ber bi belavbûnê diçe û şêniyên herêmê jî ji rêxistina terorê aciz e.

Di îfadyên xwe da gotin ku wesayîtên hewayî yên bêmirov rê li terorîstan girt, beşdarbûna rêxistinê kêm bû û bi saya operasyonan li cihekî bi cî bûn ji bo rêxistinê zehmetir bû.

- Şikeftên nû, stargeh û çekên rêxistinê derketin holê

Li ser îfadedayîna endamên PKKya rêxistina terorê yên ku teslîmî hêzên ewlehiyê bûbûn û yan jî hatibûn qefaltin xebat û lêkolîn hat kirin û nêzî 80 şikeft, stargeh û qadên jiyanê yên rêxistinê hatin tespîtkirin.

Di operasyonan da moşeka AT-4ê, gelek teqemenî û droneyên ji dûr va kontrolkirina wan mimkun e û dikarin teqemeniyan daynin û biavêjin jî hatin qefaltin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın