07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
ANKARA
Di operasyonên ku li Çukurcaya Hekariyê berdewamin da, 5 terorîst bi ÎHAyên çekdar, 2 bi operasyon asmanî yek jî bi teqeya nîşangir bi giştî 8 terorîst hatin kuştin.
Sererkaniyê der barê operasyona bi navê Astsubayê Piyadeyê Şehîd Çawîşê bi qidem Bahrî Uçuş ya ku li Çukurcayê berdewam e agahî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, terorîstek 6ê cotmehê xwe readestî Qereqola Uzumcu yek jî 7ê cotmehê xwe radestî qereqola cendirmeyan dike. Dîsan 6ê cotmehê Tîmên Qomandoyan xwe digihînin devera girê Gerdî û doçkayeke terorîstan desteser dikin.
Li girê Kovanê jî îro seat 01.05ê da şer derket, 5 terorîstê ku xwestin birevin bi ÎHAyên çekdar hatin kuştin.
Herwiiha di operasyonên derdora Çukurcayê da hejmarek gelek çek û çekemenî hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku di operasyona girê Zengilê da 2 terorîst û bi fîşekên nîşangiran jî 3 terorîst hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê bi operasyona Astsubayê Piyadeyê Şehîd Çawîşê bi qidem Bahrî Uçuş heta nuha 21 terorîst, ji 30ê tebaxa 2016an bi vir va jî bi giştî 254 terorîst, bi giştî li seranserê Hekariyê jî 374 terorîst hatine kuştin.