Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dewam dike

Dayikeke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê di 3yê îlonê da li ber Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HDPyê da destpêkirin, bû.

08.10.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dewam dike

Diyarbakir

Dayikeke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê di 3yê îlonê da li ber Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HDPyê da destpêkirin, bû.

Dayikên Diyarbekirê HDPyê wek berpirs dibîne ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê di 3yê îlonê da li ber avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Cafer Ceylanê kurê Hatîce Ceylanê 4 sal berê di 15 saliya xwe da ji Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê revandin û birin serê çiyê. Dayik Hatîce Ceylan jî ji bo kurê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Ceylanê daxuyanî da û got ku kurê wî wexta ku perwerdeya hafiztiyê didît, hat revandin û ji wê rojê vir va hema bêja jiyan li ber çavê wan reş bû.

Ceylanê diyar kir ku nêzî sal û nîvek berê kurê wê jê ra têlefon vekir û wiha dewam kir, "Kurê min got, 'Ez li Sûriyeyê me, lê nikarim bêjim ku li ku derê me.' Wexta ku xeberda li cem wî hinekên din jî hebûn."

Ceylanê diyar kir ku ew tenê dixwaze ku bigihêje kurê xwe û wiha dewam kir:

"Ez cara ewil hatim ber partiyê. Bira HDP kurê me berde. Bira xwedî li kurê me, zarokên me dernekevin. Zarokên me yên wan nînin ku xwedî lê derketine. Evana kurê me mîna hêsîran bi kar tînin. Kurê me kolê wan nîne. Ev qas hez dikin bira zarokên me berdin, zarokên xwe biherin. Heke kurê min me temaşe dike û dengê me diçê bira were deriyê me jê ra vekirî ye. Ew her tiştê me ye. Şev û roja me ne diyar e. Xwedê cegera kesên ku cegera me şewitandine, bişewitîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.