14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2019
Ji payebilindên DHKP/Cya rêxistina terorê Seval Yaprak a ku navê wê di "kategoriya qewr" a nav lîsteya terorîstên lê digerin da cih digirt li Kirklareliyê hat qefaltin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê li ser îstixbarata ku Seval Yaprak a endama DHKP/Cya rêxistina terorê wê çalakiyeke bibandor lidar bixe, dest bi xebatê kirin.
Hêzên ewlehiyê li cihên ku îhtimal heye Yaprak lê çalakiyê lidarbixe xebat û kontrolên xwe zêdekirin, di encamê da jinikeke ji bo neyê naskirin şalpe avêtibû serê xwe û wesayîta bi plakeya 06 YJY 97an ber bi Edîrneyê va diajot tespîtkiri û ew şopandin.
Hêzên ewlehiyê dema ku wesayît li îstasyoneke sotemeniyê ya ser Babaeskiya navçeya Kirklareliyê sekinî dest bi operasyonê kirin. Di encama operasyonê da Yaprak û kesekî ku ji ber sûcê revandina mirovan qeyda wî heye hatin qefaltin.
Di kontrolkirina wesayîtê da gelek amûrên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Li gor agahiyên ber dest Yaprak berpirsa yekîtiya propagandaya çekan û qada îllegal a rêxistina terorê bû û piştî ku fehm kir wê bê qefaltin ji bo bireve derveyê welêt wê berê xwe da Edîrneyê.