04 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
ÎSTANBÛL
Di operasyona li Stenbolê da tevî qaşo berpirsê herêmê yê DHKP/Cyê Huseyîn K. ku hat îdiakirin amadekariya çalakiyê dike, 4 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê, li ser îstixbarata qaşo berpirsê herêmê yê DHKP/Cyê Huseyîn K. amadekariya çalakiyeke sansasyonel dike, dest bi xebatê kir.
Di operasyona duhê ya li Gazîosmanpaşayê ya dijî mala ku dihat texmînkirin Huseyîn K. lê ye da 3 berşik bi îdiaya endametiya rêxistinê va hatin binçavkirin. Di malê da 4 demançeyên bêrûxsat, 8 şarjor, hezar fîşeng û planên çalakiyan, gelek dokumanên bişîfre yên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin qefaltin.
Di çarçoveya îfadeyên berşikan da polêsan li taxa Karayollariyê avêtin ser qehwexaneyekê û Huseyîn K. binçav kirin. Ji ser wî jî demançeyek, şarjoreke zêde û 50 fîşeng hatin qefaltin.
Hat îdiakirin ku di dema operasyonê da berşik gule berda polêsan, lê demançeya wî neteqiya. Herwisa hat îdiakirin jî ku berşik berpirsê herêmê yê rêxistina terorê DHKP/Cyê ye.
Eşkere bû ku der heqê Huseyîn K. da 6 sal 6 meh cezayê hebsê yê teqez heye.
Miemeleyên berşikan ên li emniyetê dewam dikin.