Berhemên fabrîqeyên tekstîlê yên li Wanê bo dervayî welêt tên îxrackirin

Van
Li Wanê berhemên fabrîqeyên miteşebisên ku ji dewletê piştgirî wergirtin, bo gelek welatên Ewropayê tên îxrackirin.
Bi saya teşwiqa Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya di çarçoveya Bernameya Piştevaniya Navendên Cazibeyê da li Wanê bi dehan fabrîqeyên tekstîlê vebûn.
Bi xêra bajarê tekstîlê yê li ser rêbejaya Wan-Hekariyê û her wiha bi xêra "Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîl û Cilûbergên Dirûtî" ya ku nû vebû û fabrîqeyên ku li ciyên cuda yên li bajêr vebûn va hem îstixdam û hem jî îxracata bajêr zêde bû.
Li tevahiya bajêr di 40 atolye û fabrîqeyên tekstîlê da 5 hezar kes îstixdamkirî ne.
Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê Mehmet Aslan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi saya veberhênanên van demên dawîn va bajêr di warê sektora tekstîlê da ciyekî girîng wergirt.
Aslan bal kişand, berhemên fabrîqeyên li bajêr bo gelek ciyên li Ewropayê tên îxrackirin û lewma jî ew wisa bawer dikin ku Wan dê di kurtedemekê da bibe yek ji navendên girîng ên tekstîlê.
Aslan diyar kir, wan beşeke mezin a herêma pîşesaziya organîze wekî "herêma tekstîlê" ragihand û wiha dewam kir:
"Me binesaziya van deveran bi piştgiriya Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê temam kir. Veberhênerên herî mezin ên Îzmir, Stenbol û Bursayê hatin Wanê. Me ji wan ra cih terxan kir. Ev fîrma hemû bo Ewropayê dixebitin. Ev veberhênan dê hem bi kêrî îstıxdama parêzgeha me û hem jî bi kêrî îxracat û bazirganiya derva ya welatê me were. Ev jî tê wateya pêşketin û mezinbûna aboriya parêzgeh û herêma me û her wiha bilindbûna asta dahata însanan."
"Em berhemên xwe ji rojhilatê Tirkiyeyê dişînin bakurê Ewropayê"
Midûrê Kargeriya Tekstîlê ya Fekayê Hakan Topçu jî diyar kir, di fabrîqeya ku wan bi piştgiriya dewletê ava kir da 300 kes dixebitin.
Topçu destnîşan kir ku ew di fabrîqeyê da birîn û dirûnê dikin û wiha dewam kir, "Berhemên me diçin Stenbolê û ji wir jî derbasî welatên Ewropayê dibin. Marqeya me ya Danîmarkayê ye. Em berhemên xwe ji rojhilatê Tirkiyeyê dişînin bakurê Ewropayê. Di nava welatên ku em îxracatê dikin da Danîmarka, Swêd, Belçîka, Almanya û Îspanya jî hene."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.