Tirkiye

Berdevkê Wezareta Karên Derva Keçelî der barê qada xazê ya li Silêmaniyê da daxuyanî da

Sümeyye Dilara Dinçer  | 29.04.2024 - Rojanekırın : 30.04.2024
Berdevkê Wezareta Karên Derva Keçelî der barê qada xazê ya li Silêmaniyê da daxuyanî da

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Oncu Keçelî der barê rewşa welatiyên Tirk ên ku li qada Xaza Kormorê ya li Çemçemala navçeya Silêmaniyê dixebitin da got, "Îna derbasbûyî li Çemçemala navçeya Silêmaniya bajarê Iraqê pirsgirêkên ewlehiyê derketin. Vê gavê rewş sakîn dixuyê."

Keçelî li ser platforma medyaya civakî ya Xê daxuyanî da û diyar kir ku di projeya santrala xaza siruştî ya li Kormora herêma Çemçemalê da şirketên Tirk jî hene.

Keçelî daxuyand, welatiyên Tirk ên ku di van şirketan da dixebitin, daxwaza texliyeyê kirin û li ser vê Serkonsolosxaneya Hewlêrê ket dewrê û piştgirî hat kirin, rê û rêbaz hatin nîşandan.

Keçelî di daxuyaniyê da got, "Îna derbasbûyî li Çemçemala navçeya Silêmaniya bajarê Iraqê pirsgirêkên ewlehiyê derketin. Vê gavê rewş sakîn dixuyê." û destnîşan kir ku geşedanên li herêmê ji nêz va tên şopandin.

Hatibû gotin ku li dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya li Silêmaniya bajarê Iraqê bi wesayîta bêfirokevan a esmanî (ÎHA) êrîş hat kirin û 3 kes hatin kuştin.

Qaymeqamê Navçeya Çemçemalê Remk Remezan daxuyanî dabû medyaya herêmî û diyar kiribû, li dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê êrîşa ÎHAyê hat kirin û 3 xebatkar hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniyê Dana Gasa şirketa vejenê ya ku navenda wê li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban e, Tesîsa Xazê ya Kormorê dixebitîne.

Tesîs di 25ê Rêbendanê da rastî êrîşa ÎHAyê hatibû, salên borî jî bûbû hedefa moşekan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın