Ahmet Aydın
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku pêşnûmaya biryarê ya ku rexne li biryara Qudsê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump digire li Lijneya Giştî ya NYyê hember 9 dengan bi 128 dengan qebûlbû û got, "Ev biryara dîrokî li ser navê Qudsê, li ser navê doza Filistînê, li ser navê wijdan û edaleta kûrewî, pîroz be."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek weke "Pêşnûmaya biryarê ya ku rexne li biryara Qudsê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump digire li Lijneya Giştî ya NYyê hember 9 dengan bi 128 dengan qebûlbû. Ev biryara dîrokî li ser navê Qudsê, li ser navê doza Filistînê, li ser navê wijdan û edaleta kûrewî, pîroz be" kir.