Tirkiye

Berdevkê AK Partiyê Çelîk: Vekişîna unsûrên terorê ya ji Tirkiyeyê pêşveçûnên li gorî hedefa sereke ne

Özcan Yıldırım  | 26.10.2025 - Rojanekırın : 26.10.2025
Berdevkê AK Partiyê Çelîk: Vekişîna unsûrên terorê ya ji Tirkiyeyê pêşveçûnên li gorî hedefa sereke ne

Ankara

ANKARA (AA) - Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelik wiha got, "Vekişîna unsûrên terorê ya ji Tirkiyeyê û daxuyaniya gavên nû yên çekdanînê pêşveçûnên li gorî hedefa sereke ne."

Çelîk di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da diyar kir ku domandina çekdanîn û fesxa şaxên çekdarî û îllegal ên unsûrên PKKya rêxistina terorê yên di nava Tirkiyeyê da û her wiha Iraq û Sûriye di serî da li tevahiya herêmê, rojeva sereke ya pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" e.

Çelîk bal kişand ku bênavber domandina çekdanîna PKKyê, sernava sereke ya nexşerêya hedefa "Tirkiyeya Bêteror" e û wiha dewam kir:

"Tevî geşedanên îro, biryara PKKyê ya vekişîna ji Tirkiyeyê û daxuyaniya avêtina gavên nû yên çekdanînê, encamên şênber ên pêşveçûna nexşerêya 'Tirkiyeya Bêteror' in. Vekişîna unsûrên terorê ya ji Tirkiyeyê û daxuyaniya gavên nû yên çekdanînê pêşveçûnên li gorî hedefa sereke ne. Nexşerê ji bo hedefa 'Tirkiyeya Bêteror' di hilberandina encamên erênî da berdewam e. Pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' gaveke stratejîk û dîrokî ye ku ji bo ku demokrasiya me ji hemû gefan were safîkirin, hatiye avêtin. Hedefa 'herêma bêteror' ya ku encama vê ya siruştî û pevgirêdayî ye, welatên cîran di serî da helwesteke dijî avakirina wesayeta emperyalîst a li herêma me ya nêzîk a bi rêya rêxistinên terorê ye."

Çelîk diyar kir ku bingeha siyasî ya stratejîk a pêvajoyê bi banga dîrokî ya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ava bû û bi îradeya xurt a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va veguherî polîtîkayeke dewletê.

Çelîk anî ziman ku pêvajoyê çarçoveyeke berfireh a li gorî ruhê serdemê û bersiveke pirsgirêkên ku Tirkiye pê ra rû bi rû ye ava kiriye û wiha axivî:

"Piştgirî û rêberiya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji partiyên curbecur ên Meclîsa Mezin pêk tê, bi zelalî nîşan da ku tekane 'kirdeya siyasî' ya pêvajoyê îradeya neteweyî ye. Piştî vê, ji bo ku çekdanîn û fesixkirin bênavber dewam bike gavên ku wê bên avêtin wê pêkanîna armancan misoger bike. Bi berdewamiya pêvajoya çekdanîn û fesixkirinê va çarçoveya erênî ya ku ji hêla Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê va bê avakirin wê zelal bibe. Bi piştgiriya her yek welatiyekî me va biratiya me, yekîtiya dîrok û qedera me ya hevpar, em ber bi armancên xwe va diçin. Bi îradeya xurt a Birêz Serokomarê me, hemû saziyên dewleta me ji bo armanca 'Tirkiyeya Bêteror' bi biryarî dixebitin. Komara Tirkiyeyê hakimê rojevê ye."

Çelîk anî ziman ku divê pêvajo bi baldarî ji hemû provokasyonan bê parastin û piştgirî bê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.