Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Çatakli: Di mijdarê da 92 terorîst hatin berterefkirin

Ankara
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Îsmaîl Çatakli diyar kir ku di operasyonên meha mijdarê da 3yê wan qaşo payebilind 92 terorîst hatin berterefkirin.
Çatakli li Salona Konferansê ya Wezaretê Civîna Agahdarkirina Mehane li dar xist.
Çatakli bal kişand ser têkoşîna dijî terorê û diyar kir ku di kordinasyona Wezareta Karên Navxweyî da 15ê wan mezin 66ê wan normal, 10 hezar û 900ê wê li bajaran bi tevahî 1382 operasyon hatin kirin.
Çatakli wiha axivî: "Di operasyonan da 3yê wan qaşo payebilind 92 terorîst hatin berterefkirin. 2 hezar û 575 kesên hat tesbîtkirin alîkarî dane rêxistinên terorê hatin binçavkirin, ji wan 309 kes hatin girtin. Di operasyonan da 352 sitargeh, şikeft û wargeh hatin îmhekirin, 93 sîlah, 27 teqemenî, 73 bombeyên destan, 810 kîlo amûrên teqemeniyê, 14 hezar û 180 cebilxane hatin girtin."
Çatakli destnîşan kir ku ji sedî 42yê operasyonên payîz-zivistanê hatin temamkirin, li 10 herêman Operasyonên Eren Zivistanê dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.