Tirkiye

Berdevkê Wezareta Derva Keçelî derbarê welatiyên Tirk ên ku Îsraîlê di Fîloya Sumûdê da desteserkirin parvekirin kir

Büşranur Keskinkılıç  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 04.10.2025
Berdevkê Wezareta Derva Keçelî derbarê welatiyên Tirk ên ku Îsraîlê di Fîloya Sumûdê da desteserkirin parvekirin kir

Ankara

 Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî ragihand ku ji welatiyên Tirkî yên di nava belemên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ya ku Îsraîlê ew di nava ava navneteweyî da desteser kiribû, 36 jê tê çaverêkirin îro bi balafireke taybet vegerin Tirkiyeyê.

Keçelî ji hesabê xwe yê Xa medyaya civakî ya Amerîkan derbarê rewşa welatiyên Tirkî yên ku Îsraîlê ew di Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da desteserkirin parvekirinek kir.

Berdevk Keçelî di parvekirina xwe da wiha got:

"Ji welatiyên Tirkî yên di nava belemên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ya ku Îsraîlê ew di nava ava navneteweyî da desteser kiribû, 36 jê tê çaverêkirin îro bi balafireke taybet vegerin Tirkiyeyê. Hejmara dawî hîn nehatiye diyarkirin. Em hewl didin ku prosedurên welatiyên mayî di zûtirîn demê da biqedin û ew bikaribin vegerin Tirkiyeyê. Tê plankirin ku welatiyên welatên sêyemîn jî di balafirê da bin."

 - Tê payin balafira ku dê welatiyên Tirk ên ku Îsraîl desteserkiribûn vediguhêzê da welatiyên 12 dewletên din jî hene

Tê payin balafira ku dê welatiyên Tirk ên ku Îsraîlê di belemên beşdarî Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da desteserkiribûn vediguhêze Tirkiyeyê da welatiyên 12 dewletên din jî hene.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva sitandin, tê payin balafira ku dê welatiyên Tirk ên ku Îsraîlê di belemên beşdarî Fîloya Sumûdê ya Kûrewî da desteserkiribûn vediguhêze Tirkiyeyê da welatiyên 12 dewletên weke DYA, Îmarat, Cezaîr, Mexrib, Îtalya, Kuwêt, Libya, Malezya, Moritanya, Swîsre, Tûnis û Urdin din jî hene.

- Êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kûrewî

Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ku bi mebesta şikandina eblûqeya Îsraîlê û gihandina alîkariya mirovî bo Xezeyê derketi rê û 1ê Cotmehê gihît sînore avên Xezeyê, rûbirûyê êrîşa Îsraîlê hatibû.

Îsraîlê bi dehan belem bi awayekî dereqanûnî desteser kir û bi sedan rêwiyên wan derdest kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.