Tirkiye

Berdevkê AK Partiyê Çelik: "Ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin"

Dilhan Türker Yıldız  | 11.07.2025 - Rojanekırın : 12.07.2025
Berdevkê AK Partiyê Çelik: "Ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin"

Ankara

 Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin. Divê fesixkirin û çekdanîn/teslîmkirina PKKyê di demeke kin da temam bibe."

Çelik der barê teslîmkirina çekan ya PKKya rêxistina terorê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî.

Berdevkê AK Partiyê Çelik diyar kir ji bo bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror pêngaveke girîng hat derbaskirin û got ku divê fesixkirin û çekdanîna PKKyê di demeke kin da temam bibe.

Çelik diyar kir ji bo pêvajoya ku bi îradeya serokomar û weke projeya dewletê tê meşandin bigihêje armacên xwe, dijî her cure provokasyonê tevdîr tên hildan.

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir bi banga dîrokî ya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û bi îradeya dewletê ya serokomar, ji bo Tirkiye ji barê terorê xilas bibe, biryardariya ku rûpeleke dîrokî bê vekirin, bi hêzdarî didome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın