Onur Orhan,Emre Ayvaz,Bestami Bodruk
08 Sibat 2023•Rojanekirin: 08 Sibat 2023
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag diyar kir ku niha xelaskirin girîng e û wiha domand: "Di serî da em li ser xelaskirina merivên binê kavilan sekinîne. Paşê pêvajoya darazê wê dewam bike. Kesên ku îhmal û qusûrên wan hene, wê hesab bidin."
Bozdag xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên li Sîteya Galeriayê ya ser navçeya Yenîşehirê lêkolîn kir û paşê jî daxuyanî da rojnamegeran.
Wezîr Bozdag destnîşan kir ku welatî ji bo alîkariyê ya ji dest wan tê dikin û wiha domand: "Ji bo xelaskirina welatiyên di bin enqazê da gelek xebat hewce dikin. Di serî da em li ser xelaskirina merivên binê kavilan sekinîne. Paşê pêvajoya darazê wê dewam bike. Kesên ku îhmal û qusûrên wan hene, wê hesab bidin."