Tirkiye

Bayraktar KIZILELMAyê bi "firîna li rex hev" va yekemîniyeke nû pêk anî

Göksel Yıldırım  | 28.12.2025 - Rojanekırın : 28.12.2025
Bayraktar KIZILELMAyê bi "firîna li rex hev" va yekemîniyeke nû pêk anî

Ankara

Di firîna testê ya Bayraktar KIZILELMAyê ya ji bo şiyana otonomiya fîloya zîrek da di dîroka hewageriya dinyayê da cara ewil du balafirên şer ên bêmirov wek otonom li rex hev firiyan.

Li gorî daxuyaniya Baykarê, pêvajoya dahênandina Bayraktar KIZILELMAya balafira şer a bêmirov a ewil a Tirkiyeyê, bi entegrekirina şiyanên nû va berdewam e. Di çarçoveya xebatên li Navenda Firîn Perwerde û Ceribînê ya AKINCIyê ya li Çorluyê da du prototîpên cuda yên Bayraktar KIZILELMAyê di heman demê da li perê esman peywir pêk anîn.

Di ceribînê da prototîpa sêyem PT3 û prototîpa pêncem PT5 ên Bayraktar KIZILELMAyê li dû hev bi firê ketin. Herdu balafirên şer ên bêmirov ên derketin perê esman, bi saya serê algorîtmayên otonomiya fîloya zîrek a ji hêla ekîba Baykarê hat dahênandin, bi hemahengî pêk va tevgeriyan û bi pîlotê şerê otonom va firîna formasyonê (firîna li rex hev) pêk anîn.

Bi vê pêşketina teknolojîk va peywirên tevlihev ên hewayî yên ku balafirên şer ên mirovî pêk tînin, dewrî pergalên otonom dibin. Ev şiyan wê derfetê dide ku ji yekî zêdetir platformên bêmirov bi rêbertiya lîderekî, beramberî hev cihê xwe wek otonom eyar bikin û peywira hevbeş pêk bînin.

Selçuk Bayraktarê Serokê Lijneya Rêveberiya Baykarê di parvekirina xwe ya têkildarî ceribînê da wiha got, "Li dinyayê cara ewil! Du balafirên şer ên bêmirov firîna otonom a li rex hev bi serkeftî pêk anî!"

Haluk Bayraktarê Midûrê Giştî yê Baykarê jî wiha got, "Di dîroka hewageriya dinyayê da cara ewil du balafirên şer ên bêmirov wek otonom li rex hev firiyan. Ya kopî dike na ya îcadan dike, ya dişopîne na ya tê şopandin..."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın