Tirkiye

Bavê ku PKKyê kurê wî revand serî li dozgeriyê da

Başak Akbulut Yazar, Ali Cevahir Aktürk  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Bavê ku PKKyê kurê wî revand serî li dozgeriyê da

Istanbul

 Faîk Sonmezê got ku kurê wî Îbrahîm Sonmez 3 roj berê ji alî PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin û çû ber Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya HDPyê bertek nîşan da di heman demê da gilîdar bû û serî li serdozgeriyê da.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî li ser serlêdana Faîk Sonmezê bi pey kurê xwe ketiye ji ewlehiyê ra daxwazname şand ku bila bûyer bê lêkolînkirin.

Faîk Sonmez îdia kir ku kurê wî Îbrahîm Sonmezê 19 salî 3 roj berê li Arnavotkoya navçeya Stenbolê ji alî PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin û wî jî duh ji bo bertek nîşandanê çû ber Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya HDPyê ku li Beyogluyê ye.

Sonmez li ber avahiyê xwest ku bila kurê wî teslîmî wî bikin û paşê çû serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê xist.

Bi serlêdana Faîk Sonmez Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî ji ewlehiyê ra daxwazname şand ku bila bûyer bê lêkolînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.