Tirkiye

Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi kelekela havînê diqele

Li parêzgehên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên wekî Entab, Riha, Adiyeman û Kilîsê ji ber germahiya hewayê ku ji 40 pileyî zêdetir hat pîvan û rêjeya têhnê, meriv lê ye bibiece

Önder Beyter  | 26.07.2020 - Rojanekırın : 05.08.2020
Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi kelekela havînê diqele

Gaziantep

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kelekela havînê tesîreke neyênî li jiyanê dike.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêmê berhev kir, germahiya hewayê ya ku li hemû welêt tê hîskirin, tesîra xwe li parêzgehên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê nîşan dide.

Li Entaba ku wekî lokomotîfa Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê nîşandan, germahî 42 pile hat pîvan.

Bi tesîra têhna ku bi qasî ji sedî 30 hat pîvan va jî germahî li bajêr zêdetir dibe. Lewma otomobîl û hin termometreyên li dewrûberê germahî wekî 47 pile nîşan dan.

Ji ber germê nesaxim danê nîvro qelebalixiya navenda bajaran sahil dibe û ber bi danê esrê û êvarê welatî bêtir derdikevin derva û diçin, sûk û bazaran.

Ji aliyekî din va li Entabê welatiyên ku ji ber germê gelekî aciz dibin, diçin parq û baxçeyan û di binê sîberan da wextê xwe derbas dikin.

- Li Rihayê 42 pile

Li Rihaya ku yek ji bajarên herî germ ê Tirkiyeyê ye, germahî tesîreke neyênî li jiyanê dike.

Germahiya ku li tevahiya Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêde bû, li Rihayê jî nîvro 42 pile hat pîvan.

Li Rihayê welatî hewil didin ku nava rojê dernekevin derva, yên dertên jî li parqan û li Binkeya Gola Masiyan hewil didin ji xwe ra bikevin ber siyekî û li ber tavê neqelin.

- Li Adiyemanê welatî ji bo hênik bibin ajne kirin

Li Adiyemana ku germahî 40 pile hat pîvan, welatî ketin Çemê Kahtayê û xwe hênik kirin.

Ali Turan ku herêm ziyaret kir, wiha got, "Ez ji Stenbolê hatim memleketê xwe Adiyemanê. Em di Çemê Kahtayê da xwe hênik dikin. Hewa zehf germ e. Em li vê derê hem pîknîkê dikin û hem jî wextê xwe xweş derbas dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.