Tirkiye

Bandora Tirkiyeyê li Afrîkayê zêde dibe

Gökhan Kavak, Tufan Aktaş  | 21.10.2021 - Rojanekırın : 23.10.2021
Bandora Tirkiyeyê li Afrîkayê zêde dibe

Istanbul

 Tirkiye ji bo ku bi welatên parzemîna Afrîkayê ra têkiliyên xwe xurt bike, di 20 salên dawîn da hewildanê dide û ev hewildan li parzemînê balê dikişîne.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya tûra Afrîkayê da di navbera 17-20ê cotmehê da Angola, Togo û Nîjerya ziyaret kir û bi van ziyaretan va Erdogan li Afrîkayê ji 54 welatan 30 welat ziyaret kirin.

Bi ziyaretên ku hatin kirin va têkilî bi welatên Afrîkayê ra hatin xurtkirin, ji aliyekê va jî sazî li deverên cuda fealiyetên xwe didomînin û piştgiriyê didin têkiliyên ku bi welatên Afrîkayê ra hatine danîn.

Digel mîsyonên dîplomatîk ên ku Tirkiyeyê bi rêya wan bi welatên Afrîkayê ra têkilî danîne, saziyên wekî Rêhewaya Tirk (THY), Serokatiya Ajansa Tevkarî û Kordînasyonê ya Tirk (TÎKA) Enstîtuya Yunus Emre, Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê (TMV) van têkiliyan xurt dikin.

Tirkiyeyê li parzemîna Afrîkayê balyozxaneya xwe ya ewil di 1925an da li Qahîreya paytextê Misrê vekir, li Afrîkaya Binê Sehrayê jî balyozxaneya xwe ya ewil di 1926an da li Etîyopyayê kir fealiyetê.

Tirkiye sal bi sal bi parzemînê ra têkiliyên xwe yên dîplomatîk xurt dike û ji 2009an vir va li tevahiya parzemînê 31 balyozxane vekirin.

Beriya 2009an li Afrîkayê tenê ki 12 welatan balyozxaneyên Tirkiyeyê hebûn. Bi gavên ku hatin avêtin va jimara van balyozxaneyan derket 43yan.

Tirkiye plan dike ku li Bissauya paytextê Gîne Bissauyê jî balyozxaneya xwe veke û jimara balyozxaneyên xwe li Afrîkayê derxe 44an. Her wiha Tirkiye dixwaze ku li parzemînê jimara balyozxaneyên xwe derxe 50yî.

- THY li Afrîkayê bo 61 ciyan seferan dike

Digel peywendiyên dîplomatîk ên Tirkiye û welatên Afrîkayê, THYyê digel gelek welatî seferên rasterast dan destpêkirin.

THYya ku sefera xwe ya ewil sala 1956an bo Afrîkayê kir, bi firîna bo paytextê Angolayê Luandayê va hejmara welatên ku seferan dike derxist 40î, hejmara ciyên ku diçê jî derxist 61ê.

TMV jî bi dibistan û wargehên ku li çaraliyê parzemînê vekirin va di warê perwerdeyê da fealiyetan dimeşîne.

TMV li Afrîkayê li 26 welatan bi 175 saziyên perwerdeyê va perwerdeyê dide 17 hezar û 565 xwendekarî û her wisa di 18 wargehên xwe da jî xwendekarên Afrîkayî dihêwirîne.

Serokatiya Tirkên Dervayî Welêt û Civakên Eqreba (YTB) jî di navbera 2010-2019an da ji 52 welatên Afrîkayê bi tevahiya alîkariya hîndekariya bilind dan 5 hezar û 259 xwendekarî.

Halêhazir 4 hezar û 403 xwendekarên Afrîkayî li zanîngehên li Tirkiyeyê lîsans, lîsansa bilind û doktorayê dikin. Ji 51 welatên Afrîkayê jî 8 hezar û 786 mezûnên Tirkiyeyê hene.

- TÎKA û YEE li Afrîkayê ji bo Afrîkayiyan dixebitin

TÎKA û YEE bi projeyên xwe yên di warê pêşketin û perwerdeyê va ji bo Afrîkayiyan dixebitin.

TÎKA li Afrîkayê bi rêya 22 nûnertiyan va xebatên xwe dimeşîne, YEE jî li 10 welatan bi navendên çandê va fealiyetê dimeşîne.

Enstîtuya Yunus Emreyê (EYE) ya li Cezayir, Fas, Tûnis, Somalî, Sûdan, Ruanda, Senegal, Morîtanya û Gambiyayê osêfên wê hene herî dawîn ew ê ji bo danasîna Tirkî li Abujaya paytextê Bîjeryayê xebatan bimeşîne.

Ji hêla din va EYEyê xêncî hînkirina Tirkî di qadên çand û hunerê da jî xebatan bimeşîne bi Afrîkayiyan ra di qadên din da jî hevkariyê zêde bike.

- Li Afrîkayê li 19 welatan ataşetiyên eskerî yên Tirkiyeyê hene.

Tirkiye bi 19 ataşetiyên eskerî yên li welatên Afrîkayê va ji bo hevkariya qada ewelekariyê xebatan dimeşîne.

Eskerên Artêşa Tirkiyeyê ji sala 2016an vir va di çarçoveya Misyona Îstiqrara Entegre ya Piralî a Neteweyên Yekbûyî (MINUSMA) da li Malî û Komara Afrîkaya Navîn ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê wezîfeyê dikin.

Tirkiyeyê di sala 2017an da Fermandariya Hêza Wezîfeyê ya Tirkiyeyê ya li Somaliyê ava kir û li dervayê welêt navenda perwerdeya eskerî ya herî mezin jî ev e. Li vê fermandariyê efser û binefserên ku ew ê artêşa Somaliyê bi rêva bibin tên perwerdekirin.

Di çarçoveya "Muxtiraya Mitebeqata Hevkariya Eskerî û Ewlehiyê" ya Tirkiyeyê û Lîbyayê îmze kiribûn da Artêşa Tirkiyeyê bernameya ji bo xwendekarên eskerî yên Lîbyayê amade kiribû didomîne.

Herî dawîn di 18ê nîsanê da 90 xwendekarên endamê Hêza Têkoşîna Dijî Terorê ya Aetêşa Lîbyayê perwerdeyên 6 û 12 hefteyan li ber xwe didin dîtibûn û dîplomeyên xwe sitandibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın