Balafirgehên li seranserê Tirkiyeyê di 10 mehan da xizmet dan 211 milyon rêwiyî
Ankara
ANKARA (AA) - Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku îsal di maweya 10 mehan da balafirgehên li seranserê Tirkiyeyê xizmet dan 211 milyon û 240 hezar û 360 rêwiyî.
Wezîr Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da daneyên balafir, rêwî û bar ên rêhewayê yên cotmehê yên Midûriyeta Giştî ya Kargêriya Meydanên Asîmanî yên Dewletê (DHMÎ) nirxandin.
Wezîr Uraloglu destnîşan kir ku li balafirgehên ji rêwî û jîngehê ra dost in, hejmara balafirên rabûn-danîn li xetên navxweyî 88 hezar û 182, li xetên derva jî 92 hezar û 44 e û wiha got, "Bi vî awayî geştên balafiran têkra gihîşt 232 hezar û 636an."
Wezîr Uraloglu her wiha got ku xetên navxweyî û derva pêk va li balafirgehên welêt bi tevahî ji 211 milyon û 240 hezar û 360 rêwiyan ra xizmet hat dayîn.
Uraloglu da bibîrxistin ku li gorî daneyên sala 2024an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), nifûsê Stenbolê 15 milyon û 701 hezar û 602 ye û wiha dewam kir, "Balafirgehên me yên Stenbol û Sabiha Gokçenê di maweya 10 mehan da 110 milyon û 564 hezar û 824 rêwî ezimandin û xizmet dan 7 qatê nifûsê bajarê girse."
Wezîr Uraloglu her wiha bal kişand ku li balafirgehên li navendên geştiyariyê jî di serdema rêbendan-cotmehê da bi tevahî ji 57 milyon û 586 hezar û 925 rêwiyî ra xizmet hat dayîn.
