Tirkiye

Balafirgeha Rîze-Artvînê vebû

Enes Kaplan, Zafer Fatih Beyaz  | 14.05.2022 - Rojanekırın : 15.05.2022
Balafirgeha Rîze-Artvînê vebû

Ankara

 Balafirên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev tê da bûn, li Balafirgeha Rîze-Artvînê danîn. Her du serokomar beşdarî merasima vekirina balafirgehê bûn.


Ji bo merasima vekirinê Serokomar Erdogan û kesên pê ra ji Stenbolê bi balafira taybet a "TUR"ê di saet 13.20î da, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jî di saet 13.45an da gihîşt Rîzeyê.

Balafirên ku her du pêşeng tê da bûn, bi taka avê hatin pêşwazîkirin.

Dema ku Aliyev ji balafirê peya bû, Serokomar Erdogan ew pêşwazî kir, paşê ew û hevkarê xwe derbasî qada ku merasima vekirinê wê lê were kirin, bûn.

Erdogan û Aliyev piştî merasimê hevdîtin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.