Tirkiye

Balafirgeha Esenbogayê di nav 10 mehan da xizmeta 11,7 milyon rêwiyan kir

Di meha cotmehê da 1,1 milyon rêwî, di navbera çileya paşîn û cotmehê da jî 11,7 milyon rêwî ji Balafirgeha Esenbogayê derbas bûn.

Türkan Tosun  | 12.11.2019 - Rojanekırın : 13.11.2019
Balafirgeha Esenbogayê di nav 10 mehan da xizmeta 11,7 milyon rêwiyan kir

Ankara

Li gor daneyên Midûriya Giştî ya Dezgeha Meydanên Esmanî ya Dewletê yên meha cotmehê li Balafirgeha Esenbogayê 919 hezar û 522 rêwî di nav welêt da çûn û hatin, 198 hezar û 615 rêwî çûn dervayî welêt û hatin. Tevahî jî milyonek 118 hezar û 137 rêwî ji vê balafirgehê çûn an jî hatin.

Meha borî 6 hezar û 418 balafir ji Esenbogayê rabûn û hatin, hezar û 729 balafir jî çûn dervayî welêt an jî hatin Esenbogayê. Tevahî 8 hezar û 147 balafir çûn û hatin.

Rêjeya kargo, bar û postaya ku bi balafiran va hatine şandin jî wek 9 hezar û 319 ton hat eşkerekirin.

Li balafirgehê di nav 10 mehan da 11 milyon û 677 hezar û 513 rêwî çûn û hatin.

Di nav 10 mehan da 84 hezar û 564 balafir çûn û hatin, 102 hezar û 528 ton bar, kargo û posta bi van balafiran va hatin şandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın