Balafirgeha Batmanê meha borî xizmeta 71 hezar û 659 rêwiyan kir
Batman
Li Balafirgeha Batmanê meha borî xizmeta 71 hezar û 659 rêwiyan hat kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji balafirgehê hat dayîn, Midûriya Giştî ya Dezgeha Meydanên Hewayê ya Dewletê (DHMÎ) îstatîstîkên balafir, rêwî û bar ên meha rêbendanê yên Balafirgeha Batmanê parve kirin.
Li gor daneyan, li balafirgehê di meha rêbendanê da trafîka rêwiyên xeta navxweyî wekî 70 hezar û 143, trafîka rêwiyên xeta dereke jî bûn 1516an.
Meha borî jimara balafirên xeta navxweyî 396 in, jimara balafirên ku çûn dervayî welêt û hatin jî 8 in, trafîka bar jî derket 770 tonî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
